Trajedî û berxwedana li Şengalê bû mijara şanoya Elman

Trajediya ku Tebaxa 2014'an li Şengalê bi serê civaka Êzidî ve hat û têkoşîna dijwar a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû mijara şanoya Theater Monchengladbachê.

Li bajarê Monchengladbach a Elmanyayê, saziya şanogeriyê ya bi navê Theater Monchengladbach demeke dirêj e li ser lîstika bi navê "Jin Jiyan - Der Aufbruch" dixebitî. Lîstik dawiya dawî tê lîstin. Lîstik ji aliyê Anina Jendreyko ve hate amadekirin û ji aliyê Volksbuhne Basel ve hate pêşkêşkirin. Di lîstikê de qala 3'ê Tebaxa 2014'an û bûyerên piştî wê rojê li Şengalê qewimîn tê kirin.

Çeteyên DAÎŞ'ê wê rojê li Şengalê û derdora wê nêzî 5 hezar Êzidî kuştibûn; bi hezaran jin û zarok dîl girtibûn. Zêdeyî sed hezar Êzidiyên ji zilma çeteyan reviyan, bi saya korîdora ku ji aliyê komeke ji şervanên YPG/YPJ'ê ve hate vekirin, rizgar bûbûn.

Lîstika ku ji aliyê Anina Jendreyko ve hate amadekirin, dika wê ji aliyê Martina Ehleiter, dîmenê wê ji aliyê Geogr Faulhaber, muzîka wê ji aliyê Suleyman Çarnewa, Sosin Elenya û Metîn Yilmaz, dramatûrjiya wê ji aliyê Martin Vohringer ve hate amadekirin. Lîstika "Jin Jiyan - Der Aufbruch" vê trajediya li Şengalê û berxwedana hate kirin nîşanî şanohezên Elman dide.

Lîstik bi hevkariya Federasyona Meclîsên Jinên Êzidî yên li Elmanyayê û Enstîtuya Goethe ya li Iraqê ve hate amadekirin. Cara destpêkê wê sibe saet 20:00 li salona şanoyê ya Monchengladbachê were nîşandan.

Agahiyên berfireh ên li ser lîstikê dikare ji vê navnîşanê bên peydakirin:

https://theater-kr-mg.de/spielplan/inszenierung/jin-jiyan-der-aufbruch/