Tirkiye pişta xwe da penaberan Sûriyeyî

Tirkiye pişta xwe da penaberan Sûriyeyî

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW), ragihand ku Tirkiye, Irak û Urdun deriyên xwe ji penaberan ji ber şerên li Sûriyeyê direvin digirin an jî destûra kêm mirovan didin.

HRW di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di tevahiya sînor de heman rewş heye û Tirkiye deriyên xwe ji hejmareke zêde ya penaberan re girtiye û penaber li ber deriyan asê mane. HRW di dewama daxuyaniya xwe de got ku Tirkiye bi hinceta wargehên penaberan tijî bûne vê rewşê îzah dike.

HRW got ku sînorê Kîlîsê hema bêje bi temamî ji penaberên Sûriyeyî re hatiye girtin û kesên bi qeçaxî derbas jî dibin di konên li parkan vedane dimînin.

GIRTINA DERIYÊ ROJAVA DI ROJEVA HRW DE YE

HRW di heman demê de deriyên sînor ên di navbera Rojava – Başûrê Kurdistan de jî ku ji aliyê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê hatiye girtin rexne kir. HRW bi bîr xist ku Rêveberiya Hewlêr deriyê sînor ê Pêşxabûr di 15’ê Gulanê de bi temamî girtiye û got ku hinceta  “sedema teknîkî”  baweriyê nade. HRW her wiha da xuyakirin ku mijara deriyê sînor tenê ji Sûriyeyiyên dixwazin vegerin welêt re tê vekirin jî rewşeke bi guman e.