The Guardian bernameya 2. a sîxuriyê ya DYE kifş kir

The Guardian bernameya 2. a sîxuriyê ya DYE kifş kir

Rojnameya Îngilîz The Guardian, bernameya çavdêriya înternetê ya servîsa îstîxbaratê ya Emerîkayê XKeyscore kifş kir, ku îstîxbarata DYE bi vê bernameyê re dikare her karê bikaranînerekî înternetê bişopîne.

Rojname, agahiyên xwe yên der heqê vê bernameyê de dispêre belgeyên xebatkarê berê yê CIA Edward Snowden. Li gorî materyalên perwerdeyê yên Ajansa Ewlekariyê ya Emerîkayê (NSA) ku di rojnameya The Guardianê de hat weşandin, bernameya Xkeyscore weke bernameyeke herî berfireh a çavdêriya li înternetê tê nasîn. Ev bername, maîl, axaftina li ser înternetê û nivîsên li ser tevnên civakî, di dema xwe de dişopîne.

Li gorî rojnameyê, wezîfedarekî ji rêzê yê NSA'yê kengî bixwaze, bêyî destûrê bigire dikare formek li ser komputera xwe dagire û vê bikar bîne.

Bi saya XKeyscorê, analîstên NSA derfet dîtin têkevin bankayên daneyan ên hemû aktîvîteyên înternetê yên li gelemperiya cîhanê.

NSA îdîa kir ku di çarçoveya "qanûnan" de ew bernameya Xkeyscore ya komkirina agahiyan ji derveyî welat, bikar tîne.

Edward Snowden ê ku rojname vê nûçeya xwe dispêre wî, ji 23'ê Hezîranê û vir ve li balafirgeha Moskowayê ye. Şêwirmendê berê yê NSA Snowden, ji ber ku bernameyên sîxuriyê yên DYE eşkere kir, ji aliyê DYE ve bi "sîxuriyê" ve tê sûcdarkirin.