Tevî şerê li Kobanê AKP li Riha şahiyan li dar dixe!
Tevî şerê li Kobanê AKP li Riha şahiyan li dar dixe!
Tevî şerê li Kobanê AKP li Riha şahiyan li dar dixe!
Li li sînorê Riha Kobanê ku şer û pevçûn didomin, piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Riha Şaredariya Karakopru jî li navçeyê şahiyek li dar xist. Kurdên AKP ji wan re dibêjê, "birayê min” li Kobanê li ber xwe didin, Parlamenterê AKP'yî Halîl Ozcan ê di şahiya duyemîn de axivî ji bo serhildanên Kobanê got, "provokasyon."
Li Kantona Kobanê ji 15’ê Îlonê ve di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên YPG/YPJ şer û pevçûn ku bi dijwarî didomin, şaredariyên AKP’yî li navenda bajêr a Riha jî şahiyan li dar dixin. Berî niha ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a AKP'yî li ser navê Hatinagelhev a Halîl Îbrahim şahî û konserek ku hat lidarxistin, îro jî ji aliyê Şaredariya Navçeyê ya Karakopru Şahiyên Alî Baba hatin lidarxistin. Bi hezaran Kobaniyên ji ber şer bi koça mecbûrî re rû bi rû hatin û li benda alîkariyê ne; Şaredarê Karakopru Nîhat Çîftçî û AKP’yiyan bi 500 kîlo birinc, 500 kîlo fasûlî û 800 kîlo goşt xwarin çêkirin û li 5 hezar kesî belav kirin.
Parlamenterê AKP'yî Halîl Ozcan di axaftina xwe ya şahiyê de serhildanên ji bo Kobanê rexne kir. Ozcan berxwedan û serhildana Kobanê û çalakiyên Gezî wekhev nirxand û got ku di bin navê Kobanê de komployeke bûyera Geziyeke nû pêk hatiye.
Di şahiyên ku dua hatin xwendin û konserên îlahiyan hatin lidarxistin, di tu axaftinan de DAIŞ’a dijminê mirovatiyê nehat şermezarkirin.