TEV ÇAND'ê Aram Tîgran bi bîr anî

TEV ÇAND'ê Aram Tîgran bi bîr anî û got, ''Ti caran dev jê neqeriyaye ku hunera gel bike.''

TEV ÇAND Ewropayê hunermendê Ermen Aram Tîgran di salvegera dehan a mirina wî de bi bîr anî.

TEV ÇAND'ê bi bîr xist ku Aram Tîgran di 53 salan a jiyana xwe ya muzîkê de 500 stran daniya û strandiye, dê û bav û hemû xizmên wî di Qirkirina Ermenan de ya sala 1915'an hatine qetilkirin û malbata wî bêgav maye ku biçe Qamişlo, Tîgran jî 1934'an li Qamişlo hatiye dinê. Tîgran ê ku ji hêla malbateke Kurd ve hatî xwedîkirin dest bi stranên Kurdî kiriye.

TEV ÇAND'ê bi bîr xist ku Tîgran di 9 saliya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûye û di 19 saliya xwe de dest bi muzîka profesyonel kiriye û 1966'an li nav Kurdan bûye stranbêjekî navdar, li Radyoya Êrîvanê strandiya û piştre li nav Kurdan bûye yek ji wan hunermendên ku pir jê tê hezkirin. Aram li gel ku Ermen jî bû gotiye, ''Ermenî me lê êşa Kurdan û Ermenan di dilê xwe de hîs dikim û ez ji Mezopotamyayê me.''

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, ''Ti caran dev jê neqeriyaye ku hunera gel bike.''