TEV-ÇAND: Em bi zimanê xwe binivîsin, bixwînin û biaxivin

Tevgera Çandê ya Kurd TEV-ÇAND-Ewropa, li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser ziman û çanda Kurdî nerazîbûn nîşan da û got, “Em bi zimanê xwe binivîsin, bixwînin û biaxivin. Ziman û çanda me, rûmeta me ye. Sedema hebûna me ye.”

TEV-ÇAND-Ewropa, bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî êrîşên ku di rojên dawî de li dijî ziman û çanda Kurd pêk tê da û ev tişt gotin:

“Dewleta Tirk a qirker ji dîrokê heta roja me ya îro dixwaze li dijî Kurdan qirkirina fîzîkî û çandî pêk bîne. Tê xwastin ev pêkanîn bi destê faşîzma AKP-MHP’ê û PDK’ê ya ku di xeta îxanetê de israr dike, bê temamkirin. Ji ber vê yekê ye Rêber Apo ev 25 sal in bêyî navber di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin û li dijî gerîlayên azadiyê çek û gazên kîmyewî bikar tînin û bi vê yekê re hiqûq û exlaqa şer binpê dikin. Hemû hêzên azadîxwaz û demokratîk ên civakê, bi taybetî jin û ciwan di hedefa van êrîşan de ne. Di hefteya dawî de êrîşên nîjadperest-faşîst ên dewleta Tirk ên li hemberî ziman û çanda Kurd bêyî ku rêbazên însanî, wijdanî, exlaqî û hiqûqî nas bikin, bê navber dewam dike. Pêşî ev êrîş li dijî ciwanên ku li ber stranên Kurdî govend gerandine pêk hat, piştre jî li dijî zimanê Kurdî ku li ser rê ‘Pêşî Peya’ hatiye nivîsandin pêkhatin û roj bi roj van êrîşan zêde dikin. Armanca vê êrîşê tinekirin û tasfiyeya topyekûne, şikandina îrade û dîlgirtine.

Em weke hunermendên gel û evîndarên azadiyê, li dijî van siyasetên înkar û îmhayê ku 100 sal in li ser gelê me tê meşandin, bi ziman, çand, helbest, pirtûk, wêne, muzîk, şano, sînema û folklora xwe cihê xwe di nava bê berxwedanê de digirin. Tevî siyaseta zextê û çewisandinê ji zindanan heta çiyê me destanên qehremaniyê bi ziman, çand û hunera xwe nivîsand û got. Bi muzîk û helbestên xwe, me ruh da doza xwe ya azadiyê. Bi çanda dengbêjiyê ji nifşek derbasî nifşeke din bû. Me dîlan û jiyana xwe ya civakî zindî girt. Di dîrokê de me cihê xwe di doza mafdar a gelê xwe de girt û îro jî em cih digirin, li dijî her zîhniyeta ku ziman û çanda me tine dihesibîne bi dengek bilind qîr dikin û dibêjin em li dijî vê zilmê her li ber xwe bidin.

Bi vê wesîleyê weke Tevgera Çandê em bang li hemû kedkarên çandê, gelê xwe û dostên gelê Kurd dikin: Li dijî van êrîşên dagirkerî, înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk a qirker, em li her qada lê ne li ber xwe bidin. Em bi kurdî binivîsin, bixwînin û biaxivin. Ziman û çanda me, rûmeta me ye. Sedema hebûna me ye. Werin em ziman û çanda xwe biparêzin."