TEV-ÇAND'ê û Kevana Zêrîn Hozan Mizgîn bi bîr anî

Tevgera Çanda Kurd TEV-ÇAND'ê û Kevana Zêrîn hunermend û gerîla Hozan Mizgîn a ku 11'ê Gulana 1992'an şehîd bûyî, bi bîr anîn.

Di daxuyaniya hevpar de TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn-Bakur gotin, ''Di demeke wiha de ku Kurdistan ji hêla leşkerî ve hatibû dagirkirin, ji hêla aborî ve jî keda wê dihate xwarin û qirkirina çandî li asta herî jor bû, jina Kurd a şoreşger Hozan Mizgîn derdikeve ser dikê û li dijî van êrîşan hewl dide ku bibe bersiv. Demeke wiha ye ku şerê ne nîzamî, bi tevgera îstîkrar û psîkolojîk ê şerê taybet sazkar e.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Her wiha her serdem leheng û şoreşgerê xwe bi xwe re tîne. Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) 1962'an li gundê Bileder a Êlihê jidayik dibe. Kesayatên dîrokî hê bi ciwanî bi zîrektiya xwe xwe diyar dikin û dêhnê mirovan diçe ser wan. Hevrê Hozan Mizgîn ku ketî nav lêgerîneke xurt  azadî û serfiraziyê li ser xeta fedayî ya PKK'ê dibîne û biryarê li ser dide ku bibe şoreşgereke profesyonel.

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, ''Hevrê Hozan Mizgîn hunermendeke Kurd a wiha bû ku kirin û gotina wê yek bû, li ser armanca xwe zelal bû û jiyaneke bi zanayî dabû ber xwe. 1970'yî çawa ku tevgera Apoyî geş dibe tevlî nav têkoşîna şoreşger dibe.''

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin Hozan Mizhgîn demeke dirêj li Bakurê Kurdistanê şoreşgeriyê dike, piştre diçe Libnanê ''Qada Rêbertî'', li vir bi rengekî cidî hûr û kûr dibe, bi dengê xwe yên xweş ê zîz tevlî nav xebatên rêveberî û çandî yên Ewropayê dibe û li Ewropa di avabûna HUNER-KOM û Koma Berxwedan de bi roleke girîng radibe, stranên Çemê Hêzil, Lo Hevalno, Gundîno Hawar, Şoreşger û Newroz tê bibîrxistin û tê gotin, ''Bi van stranan bandorê li ser ciwanên Kurd dike û dike ku tevlî nav şoreşê bibin.''

TEV-ÇAND'ê û Kevana Zêrîn bi berdewamî gotin, ''Cîhana hîsî ya şoreşger a Hozan Mizgîn maneyeke cudatir daye û ji bo rêxistiniya gel bi roleke girîng rabûye. Bûye berpirsyariyeke dîrokî ku çand û hunera şoreşger bi roleke pêşeng rabûye. Gelê Kurd ji hêla muzîkê ve jî êdî li stranên hunerî guhdarî dikir û jina Kurd a şoreşger dibû dengekî azad û stranên azadiyê distrand.''

Bi berdewamî di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

''Jinên Kurd her carê li dijî pergalên totalîter bi wêrekî, fedekarî, leşkerî û hunerî rabûne û haveynê çanda şoreşger danîne. Hevrê Mizgîn ku fikir, çalakiya xwe kirî ye, bûye xwedî kesayeke giştî, ev bi xwe re serfirandiye, li nav gel di xebatên propaganda û ajîtasyonê de peywir û berpirsyariya xwe ya şoreşger bê layiqî bi cih aniye.

Di şexsê Hozan Mizgîn de estetîk manewî, pîvana hunerî, bûye besteke ku ji dilekî zelal bi xuşexuşî, bi azadî diherike. Bûye dengê berxwedanê û hêviya gel.

Helbest dinivîsand, helbest dixwend û mîna helbestê jiya. Bi kesayetiya xwe ya xwedî dîsîplîn bi kelecaneke mezin ji bo avakirina jiyana nû tevlî bû û bandor li gel kir. Ji bo armanca xwe bi ser bixîne timî amûrên pîroz bi kar anî û li nava refên têkoşîna azadiyê ya jinê timî li refên herî pêş bû û bi kesayetiya xwe ya şoreşger bû mînak.

Ji Ewropayê ji nû ve li çiyayên azad ên Kurdistanê vedigere. Demekê Fermandariya Eyaleta Mêrdînê kir. Di nava PKK'ê de bû yekemîn fermandara leşkerî ya jinê û herî dawî dema ku li nava rêveberiya Xerzanê bû çû Tetwanê. Li wê derê ji bo gel tevlî şoreşê bike rê û rêbazên dewlemend ceriband. Ji ber ku li herêmê gelekî çalak bû, bi rengekî xurt pêşî li dijmin girt û sala 1992'an 11'ê Gulanê li mala ku lê bû ji aliyê dijmin ve hate dorpêçkirin. Şer qewimî. Berxwedaneke mezin nîşan da û ji bo nekeve destê dijmin çalakiya fedayî kir û tevlî karwanê şehîdan ê meha Gulanê bû.

Piştre jî li Kurdistanê navê wê li gelek zarokan hate kirin.

Her netewe xwedî lehengên neteweyî ne. Hevrê Şehîd Mizgîn jî bû lehenga neteweyî ya gelê Kurd û navê xwe bi tîpên zêrîn li dilê gelê Kurd û dîrokê nivîsî.

Gel bi 3 hêmanên bingehîn hene. Ev jî ziman, çand û nasname ye. Şehîd Mizgîn ziman e, çand e, nasname ye. Ji ber ku bû gel, bû civak.

Di dema jiyana xwe de bû xwedî armanc û çalakiya mezin. Bû şoreşgera kêliyê û tevlî karwanê nemiran bû.

Em ê kesayetiya wê ya şoreşger, kesayetiya wê ya hunermend û berxwedêr timî ji xwe re bikin esas û di şexsê hevrê Mizgîn de şehîdên meha Gulanê û şehîdên şoreşê bi rêz û minet bi bîr tînin."