Temenekî ku bi têkoşînê çûyî: Pîr Mustafa Deprem!

Hevalên têkoşînê yên yek ji Pîrê Kanatrma Mustafa Deprem, ku bi nexweşiyekê jiyana xwe ji dest da, diyar kirin ku jiyana wî bi têkoşîna dijî neheqiyê derbas bû. Hevalên wî gotin ‘xwedî xisletekî dilniz, fedekar bû’.

Yek ji pîrê Ocana Sînemîlî yê Kantarmayê yê Navçeya Maraşê Mustafa Deprem 12’ê Tîrmeha 1949’an jidayik bû. Deprem piştî perwerdehiya xwe qedan dest bi mamostetiyê kir.

Ji ciwantiya xwe li dijî zext û zilmê têkoşiya. Deprem ji destpêka salên 1970’î ve di nav Partiya Karker a Sosyalîst a Tirkiyê (TSÎP) de têkoşîna xwe ya demokrasiyê domand. Her wiha li di sendîkaya rêxistina pîşeyê TOB-DER’ê de rêveberî kiriye. Gelek caran hatiye binçavkirin, bi darbeya leşkerî ya 1980’î demeke dirêj êşkence lê hatiye kirin û di hepsê de maye.

Deprem weke penaberekî siyasî salên 1990’î tê Elmanayê, li Kolnê bi cih dibe û demeke dirêj di bin banê Federasyona Elewiyên Demokrat (FEDA) te,di di Desteya Pîran û Hewldana Maraşê de xebat kir. Deprem ji 2012’an ve di televizyona TV 10 de bernameya ‘Yol Erkan’ dia. Pîr Mustafa Deprem ku Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kirî çû çiyayên Kuridstanê û bi rêveberên PKK’ê re civiya. Deprem digot rizgariya gel û baweriyên Mezopotamya, Anatoliyê wê bi têkoşîna azadiyê ya PKK’ê be.

 ‘ME MIROVEKÎ XWE YÊ MEZIN JI DEST DA’

Pîr Alî Koyluce ku demekê di Desteya Pîran a FEDA’yê de bi Mustafa Deprem re xebitî got, Deprem ti caran li ber zilma dewletê serê xwe netewandiye û wiha domand: ‘’Ji zaroktiya xwe ve zilm qebûl nedikir. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê çand, ziman û baweriya Elewiyan a ku em dikirin em parast, li dijî tinebûnê têkoşîna bûnerweriyê da. Di vê cografaya me de ku jiyan veguherandine mirinê mirov dikare jê re bibêje lehengê ku bûyî serhildana mazlûman.’’

DIGOT, ‘’BI TÊKOŞÎNA AZADIYA KURD JI NÛ VE JIDAYIK BÛM’

Ramazan Seçer ê nûçegihan  ku 7 salan di TV 10 de bi Pîr Mustafa Deprem re xebitî got: ‘’Pîr Mustafa Deprem demeke dirêj di nav têkoşîna şoreşger de bû. Ji vê rêçê dihat. Lê dema ku Tevgera Azadiya Kurd nas dike dibêje, ‘bi vê têkoşînê re ez ji nû jidayik bûm’. Ev hîs û kelecaniya wî her ku diçû zêdetir dibû. Ev dihate dîtin. Gelek bîranînên me bi hev re çêbûn.  Zehmet e ku mirov kelecaniya Pîr Mustafa Deprem a bi xebata vê televizyonê re vebêje. Tim digot, ‘’Min têkoşîna şoreşger, Elewiyan bi Tevgera Azadiyê re ji nû ve şîrove kir. Ez parçeyek ji vê têkoşînê me. Pîr Deprem, mirovekî pir paqij û fedakar bû.’’

 ‘JI BO KU RÊYA HEQ WERE JIYÎN TÊDIKOŞÎ’

Hevserokê Dergeha Elewî ya Leverkûsenê Gunay Sirlan jî li ser Deprem got, ‘’ Mal bi mal digeriya û ji ciwanan re baweriya Elewî digot. Ew Elewî, şoreşger û Kurd bû. Di nav FEDA’yê de ji bo Elewitiya Kurd ango Rêya Heq rast were jiyîn têdikoşî. Ji bo baweriya me windahiyeke mezin e.’’