'Tembûra Rojhilatî, Şakiro yê Bakurî...'

Şevbêrkê Kurdên li St. Gallenê li hev kom kir. Hunermendên ji Rojhilat û Bakurê Kurdistanê beşdarî Şevbêrkê bûn û bi stranên xwe kesayetên navdar ên dîroka Kurdistanê bi bîr anîn.

Kurdên li Ewropayê li kantona St. Gallen a Swîsreyê çalakiyeke Şevbêrkê lidar xistin. Stranên hunermendên ji Rojhilat û Bakurê Kurdistanê hatin gotin û bi vî rengî kesayetên girîng ên dîroka Kurd hatin bîranîn.

Bi şevbêrkê re armanc ew bû ku çanda Kurd ji nifşên nû re bê ragihandin. Li ber posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û neqşên çandî ji rojhilat heta bi rojavayê Kurdistanê stran hatin gotin, xwediyên stranan hatin bîranîn. Yek ji van kesayetan jî Dengbêj Şakiro bû.

DESTANA ZEMBILFIROŞ...

Yek ji berhemên sereke yên wêjeya Kurdî destana Zembilfiroş, ji aliyê kesayetekî girîng ê Kurd Feqiyê Teyran ve di sedsala 16'an de hate afirandin û di sedsala 18'an de ji aliyê Mûradxanê Bazidî ve bi nivîskî li nava wêjeya Kurd hate bicihkirin. Di vê berhemê de çanda bajarvaniyê ya Kurdan bi xurtî tê nîşandan. Destan ji aliyê hunermend Firat û Newroz ve careke din hate gotin.

TEMBÛRA KURDÊ ROJHILATÎ: ARŞÎVA ME HER TIM TIJÎ YE

Hunermend Celal jî destanên ji herêma Rojhilat got. Bal kişand ser girîngiya tembûrê ji bo Kurdên Rojhilatî û got, "Gelê Kurd di her sedemê de ji cih û warê xwe hatine kirin. Ji ber vê yekê arşîva me timî tijî ye. Ev tembûr ji bo Kurdên Rojhilatî gelekî girîng e. Hem hunera Kurdan hem jî dîroka wan temsîl dike. Beriya gotina her stranê teqez tê maçîkirin."

Yek ji çîrokên jiyanê yên di bernameyê de hatin vegotin, jiyana Meryem Xan bû ku weke yekem dengbêja Kurd tê bîranîn. Hate vegotin ku jinên Kurd di dengbêjiyê de jî çiqasî serketî ne û çawa xwedî li motîfan derdikevin.

Ji kesayetên herî girîng ên dengbêjiyê Evdalê Zeynikê ku weke Homerosê Kurdan tê naskirin, bi klamên xwe bûye efsane. Firat jî bi vê gotinê dest bi axaftina xwe kir û piştre strana Emro ya Şakiro got.