Tehrîr ji nû ve hişyar bû
Tehrîr ji nû ve hişyar bû
Tehrîr ji nû ve hişyar bû
Li Misirê, muxalefetê zêdeyî 22 milyon îmze kom kir û ji bo Mûhammed Mûrsî deshilatdariyê biterikîne, heta roja sêşemê dem nas kirin. Di rewşeke berevajî de diyar kir ku ew ê dest bi tevgera "dijderketina sivîl" bikin. Artêşa Misrê jî, ji bo bersivdayîna daxwazên gel ultîmatomek ji 48 saetan da Mûrsî.
Li Misirê, Birayên Misliman ên bi hilweşandina rejîma Husnu Mubarek a piştî şoreşa Tûnisê re hat ser desthilatdariyê, bi mûxalefeteke bêhempa ya civakî re rû bi rû ye. Birayên Musluman ku hewl dide vî welatê xwedî dîrokek kûr e bi îdeolojiya dînî birêve bibe û bi helwesta xwe ya ne dilnizm, bi milyonan mirov li pêşberî xwe dît. Ev pêla li Misirê dikare deshilatdariya Ennahda ku, weke AKP ya Tûnisê tê naskirin û Fasê jî dikare bide ber xwe.
Roja Yekşemê bi milyonan Misirî derketin kolanan û nerazîbûna xwe nîşand an. Bi milyonan mirovên ji talankirina şoreşa xwe bêzar in, bang li Serokkomar Mûhammed Mûrsî yê ji Birayên Musluman dikin, ku îstifa bike. Tevgera (Raperî) Tammarod a 22 milyon îmze berhev kir, bi rêya întenetê ragihand ku ew heta 2'ê Tîrmehê saet di 17.00'an de demê didin Mûrsî ku îstifa bike û saziyên dewletê ji bo hilbijartinên serokkomariyê amade bike. Tevgerê hişyarî da ku eger ev banga wan were redkirin ewê roja Sêşemê saet di 17.00'an de dest bi kampanya dijderketina sivîl bikin.
Li welatê ji 84 milyon mirovî, li gorî çavkaniyên leşkerî 14 milyon kes beşdarî çalakiyên roja Yekşemê bûn. Li du welatên mezin ên Misirê Qahîre û Îskenderiyeyê zêdeyî milyonek kes hatin cem hev.
16 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Di dema çalakiyên roja Yekşemê de, li gorî Wezareta Tenduristiyê 8 jê li Kahîreyê, bi giştî 16 kes di pevçûnên navbera alîger û dijberên rejîmê de jiyana xwe ji dest dan. Dijberên Mûrsî ne razî ne ku deshilatdarî nikare aboriyê jinûve zindî bike û welêt ji têxe rêya rast a rêveberiyê. Mîna li Tirkiyeyê jî tê dîtin, alîgirên rejîmê jî dibêjin Mûrsî bi hilbijartinê hatiye ser deshilatdariyê, lewma rewaye û mûxalefetê jî bi alîgiriya rejîma berê tawanbar dikin.
ARTÊŞÊ ULTÎMATOM A 48 SAETAN DA
Piştî ku bi milyonan mirov daketin kolanan, ultîmatomek jî ji artêşê hat. Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Misirê di daxuyaniyeke xwe ya ji bo televîzyonekê de diyar kir ku ew 48 saetan dem dide rayedarên siyasî, ku daxwazên gel bibersivîne. Serokê Fermandariya Giştî Abdulfatah El Sîsî, îstifa Mûrsî bi awayekî vekirî nexwest û destnîşan kir ku eger siyasî li hev nekin, ji bo derketina ji krîzê wê arêş "nexşeya we ya rê" diyar bike.
Gava Husnu Mubarek ji deshilatdariyê ket di havîna 2011 û 2012'an de beriya Mûhammed Mûrsî bê ser deshilatdariyê, artêşê rola hukûmeta derbasbûnê lîst û tê gotin artêş naxwaze tevlî karên siyaset û hukûmetê bibe.
Damezrînerê Tevgera Tamarrod Mahmûd Bedir helwesta artêşê silav kir û got, "Artêş li cem gel cih digire.
ÇAR WEZÎRAN ÎSTIFA KIR!
Yek ji rêveberên Partiya Azadî û Edaletê Yaser Hamza, ku dewama Birayên Misliman e îddîa kir ku "her kes" li dijî ultîmatoma leşkerî derdikeve. Hamza got, "Çareserî ancax di çarçoveya destûra bingehîn de" dikare pêk were.
Di vê navberê de li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Misrê MENA, pênc wezîr li hev kom bûne û alternatîfa îstifa giştî û cihgirtina li gel çalakgeran gotûbêj kirine. AFP û Reutersê jî ragihand ku ji van çar jê, îstifaya xwe pêşkêşî Serokwezîr Hîşam Kandîl kirine. Hat ragihandin ku yên îstifa kirine Wezîrên Tûrîzm, Hawirdor, Ragihandin û Karên Huqûqî ye.