Swîsre êdî dikare çekan bifiroşe welatê ku dixwaze
Swîsre êdî dikare çekan bifiroşe welatê ku dixwaze
Swîsre êdî dikare çekan bifiroşe welatê ku dixwaze
Îxracata çekan a hilberînerên Swîsreyê ku di salên dawî de şûnde ket, êdî dikarin ji welatên ku bixwazin re çekan bifiroşin. Hikûmetê li gorî biryara ku di meha Gulanê de li parlamentoyê girt, li welatên ku pevçûn û şer heye, firotina çekan serbest dike.
Li gorî rêbaza nû ya ku ji 1’ê Mijdarê û şûnde dê derbas bibe, ji bo ji welatekî re îxracata çekan bike, divê li wî welatî şerta şer û pevçûnê neyê xwestin. Bi vî awayî li welatên ku binpêkirinên mafê mirovan tên jiyîn, astengiyên ji sala 2009’an de heta niha berdewam dikirin, dê bên rakirin.
Hikûmet firotina çekan tenê di rewşa ‘di binpêkirina mafê mirovan de nikare bê bikaranîn’ asteng dike. Rayedarên hikûmetê îdîa dikin ku rêbazên nû yê îxracatê, nêzî rêbazên ku li welatên YE’yê tê bikaranîne.
Biryara ku îxracata çekan a Swîsreyê hêsan dike, tê zanîn ku ji bo firotina çekan dîsa zêde bibe û bi welatên YE’yê re rekabet bêkirin. Li welat di sala 2008’an de piştî qebûlkirina referandûma ku xwest îxracara çekan bê sînorkirin şûnde, ji 2009’an heta niha gelek astengî hatibûn danîn.