Swêdê vîze neda hunermendê Sûriyeyî
Swêdê vîze neda hunermendê Sûriyeyî
Swêdê vîze neda hunermendê Sûriyeyî
Hunermendê Sûriyeyî Silêman Omer ku çav lê bû tevlî vekirina Mihrîcana Music&Arts ku dê li Stockholmê di navbera rojê 2-4’ê Tebaxê de pêk bihatiba bibe, ji ber ku vîze nedanê nekarî biçe Swêdê. Sedemê vîze neda hunermendê binav û deng ê Sûriyeyê jî berdewamkirina şer û rîska îltîcaya Swêdê nîşanda.
Silêman ku beriya vê gelek cana li DYA, Kanada, Portekîz û Fransayê konser dan, ji bo tevlî mihrîcana li Stockholmê bibe, ji bo vîzeyê serî Serkonsolosa Stenbolê ya Swêdê da. Lê belê Serkonsolosê di dema serdanê de rîska ku îltîcayê bike heye, ji ber wê serlêdan redkir.
Ji ber ku ji bo mihrîcanê vîze nedan Silêman, hinek hunermend û siyasetmedaran bertek nîşanda. Organîzatorê mihrîcanê Nîklas Herrstrom got, Silêman hunermendeke li tevayî cîhanê tê naskirin û beriya vê li gelek welatan tevlî mihrîcan û tûran bûye, heya niha rastî tu astengiyên vîzeyan nehatiye, her wiha redkirina vîzeyê jî weke exmeqiyê binav kir. Tê gotin ku, piştî konsera li Swêdê konserek ya diyarbûyî ya Silêman heye û li rexmî ev tê zanîn jî nedana vîzeyê mirov dide fikirandin.
NE SIRE KU VÎZEYÊ NADIN HINEK KESÊN JI WELATÊN CÛDA TÊN
Rayedarên Wezareta Karê Derve ya Swêdê di derbarê vîzeyê de gotin, raye ya Daîreya Penaberane û Şefê Çapemeniyê yê saziyê jî diyarkir ku, raye ya Serkonsolosê ye. Lê li rexmî vê jî peywirdarên Serkonsolosê îdia dikin ku, raye ya Daîreya Penaberane.
Serokê Penaberan ê Swêdê Tobias Billstrom daxuyaniyek da Radyoya Swêdê got, em dizanin ku xeyalên hunermend û organîzator şikestine û ew vê fêm dikin, lê mafê wan heye îtîraza biryarê bikin. Billstrom diyarkir ku, ne sire ku vîzeyê nadin hinek kesên ji welatên cûda tên û destnîşan kir ku, “Ji bo stranbêj û hunermendan nabe pêkanînek taybet hebe. Her kes rastî pêkanînek wekhev tê.”
Midûrê Çandê ê Meclisa Giştî ya bajarê Stockholmê Madeleine Sjostest vîze nedayîna Silêman “şerme” û got: “Vîze nedayîna Silêman Omer şermek mezine. Astengkirina me ya hunermendekî ku li welatê wan dîktatorî û şer heyî, êrîşeke li dijî rolê çand ji bo aştî û demokrasiyê dileyîze.”
Sjostedt got, bi vê çemkê Wezareta Derve tenê dixwaze dengê welatên lê îstîqrar û ewlehî heyî bê bihîstin û daxwazkir ku, Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt di derbarê vê mijarê de daxuyaniyê bide.
Silêmanê ku destûr nehat dayîn bikeve Swêdê dabû diyarkirin ku, ew dê di mihrîcanê de stranên Kurdî û Erebî bêje.
Weke din jî piştî tedbîrên ku welatên Yeketiya Ewropayê ji bo îltîca çênebin girtibûn, bandora xwe nîşan dide. Hêjmara penaberên xwe gihandin Ewropa û Swêdê kêm bûn. Li rexmî ku şer hêjan didome jî tê diyarkirin ku, ji Sûriyeyê bo Ewropa û Swêdê îltîca zêde nebûye, berevayî kêm bûye.
Daîreya Koçberan ya Swêdê texmîn dikir ku, îsal 54 hezar kes daxwaza îltîcaya Swêdê bike. Lê belê ev hêjmar 9 hezar kêm bû û ket 45 hezaran. Midûrê Giştî yê Daîreya Koçberên Swêdê Danielsson got, kontrolên ku li ser sinorên Tirkiye û Yewnanîstanê hatine zêdekirin, qasî ku ew li bendê nebûn rê li îltîcayên bo Ewropa û Swêdê girtine. Dide diyarkirin ku, ji Sûriyeyê hêjmara îltîcana pir kêmbûye. Sala borî 7 hezar 733 kes ji Sûriyeyê hatibûn û li Swêdê daxwaza îltîcayê kiribûn.