Swêdê dewleta Filistînê nas kir

Swêdê dewleta Filistînê nas kir

Swêdê dewleta Filistînê nas kir. Ev biryara Swêdê di nav welatên Rojavayî de gaveke nû ye.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom da xuyakirin, ku hikûmeta Swêdê bi qanûnekê re dewleta Filistînê nas kiriye.

Wallstrom got, "Hikûmeta me, ji bo naskirina dewleta Filistînê îro biryarek stend. Ev biryar, ji bo gelê Filistînê di warê diyarkirina çarenûsa xwe de, biryareke girîng e." Daxuyaniya Wallstrom di rojnameya Dagens Nyheter de cih girt.