Sûriye her kêlî li benda êrîşê ye

Sûriye her kêlî li benda êrîşê ye

Rayedarekî parastinê yê Payebilind ê Sûriyeyî ku di daxuyaniya ji AFP’ê re kirî de got ku ew di her kêliyê de li benda êrişekî ku hêzên Rojava bikin e.

Rayedarekî Parastinê yê ku navê wî nehat dayîn wiha got: “Em ji bo êrişek ji nişkave bê kirin amadene û di her kêliyê de em amadene ku bersiv bidîn.”

Rayedar wiha got: “Em dê bi hemû hêza xwe gel û welatê xwe bi parêzîn û wê ev êrişa hêzên Rojava ya bê ‘sedem’ bê bersiv nemîne.”

DYA û Fransa bi îdiaya ku Sûriyeyê di 21’ê Tebaxê de çekên kîmyawî bi karaniye, diyir kiribûn ku ew amadene ji bo êrişek sinor. Li gorî Washington di vê êrişê de 426 jê zarok 1429 kesî jiyana xwe ji dest daye.