Sûriye: Helwesta hukûmeta Tirk êrîşeke aşkera ye!
Sûriye: Helwesta hukûmeta Tirk êrîşeke aşkera ye!
Sûriye: Helwesta hukûmeta Tirk êrîşeke aşkera ye!
Piştî pêşnûmeya qanûna tezkereya leşkerî ji aliyê Meclîsa Tirk ve hate erêkirin, Wezareta Derve ya Sûriyeyê ji Sekreterê Giştî yê NY’yê û Serokê Konseya Ewlekariya Navneteweyî re şand û diyar kir ku helwesta hukûmeta Tirk “bi aşkerayî binpêkirina axa Sûriyeyê ye.”
Li gorî nûçeya di ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA’yê de cih girtiye, Wezareta Derve ya Sûriyeyê, Wezareta Derve ya Sûriyeyê, têkildarî kiryarên hukûmeta Tirk nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban Kî-Moon û Serokê Konseya Ewlekariya Navneteweyî re şand.
Di nameyê de hate diyarkirin ku helwest û biryara Tirkiyeyê tê wateya binpêkirina serbixwetiya welatekî endamê NY’yê û bang li hemû saziyên navneteweyî kir ku li hemberî vê helwesta Tirkiyeyê wezîfeyên xwe bi cih bînin.