Stuttgart ve Toulouse bîranînên salvegera Qetlîama Sêwasê
Stuttgart ve Toulouse bîranînên salvegera Qetlîama Sêwasê
Stuttgart ve Toulouse bîranînên salvegera Qetlîama Sêwasê
Di salvegera 37 rewşenbîrên ku beriya niha bi 20 salan hatin qetilkirin de li navendên cuda yên Ewropayê aktîvîte û çalakî tên lidarxistin. Li bajarê Stuttgart ê Elmanya bi hezaran kes ku qurbanên qetlîamê bi bîr anîn li bajarê Toulouse yê Fransa jî Komeleya Demokratîk a Elewiyan civîneke bîranînê li dar xistin.
Li Stuttgartê li ser banga nûnertiya AABF-Baden Würtemberg û her wiha ku Yekîtiyahêza Demokratîk jî piştgirî dayê li ser navê “Sêwas 93 – Her Cih Taksîm Her cih Berxwedan” xwepêşandanek hat lidarxistin. Di xwepêşandana ku nêzî hezar kes li navenda bajêr Marktplatz kom bûn ber bi Sefaretxaneya Tirk meşiya. Çalakgeran li wir çelengeke reş danîn ber sefaretxaneyê.
Girse paşê li Liderhalle ku kom bû koroya gel a 70 kesan û orkestra senfoniye muzîkên xwe pêşkêşkirin. Berhemên kesên di Qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin gotin û sînevîzyon hat temaşekirin.
LI TOULOUSE CIVÎNA BÎRANÎNÊ
Li bajarê Toulouse yê Fransa jî Komeleya Demokratîk a Elewiyan bi boneya 20’emîn salvegera Qetlîama Sêwasê civîneke bîranînê li dar xist.
Civîn di lokala komeleyê ya L’Union saet 16.00’an de bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Pîr Abbas, Pîr Îsmaîl û ji rêveberên komeleyê Ahmet Alim axaftinek kirin.
Di axaftinan de hat destnîşan kirin ku Qetlîama Sêwasê lûtkeya herî jor a polîtîkayên dewletê yên tunekirina Kurd û Elewiyan e û tevî ku 20 sal li ser qetlîamê derbas bûye jî dewleta Tirk hîn jî di polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonîst de israr dike.
Bîranîn bi loqumên ku ji bo bîranîna qurbanên qetlîamê hatin belavkirin bi dawî bû.