Strana nû ya Berbanga Rojava hate weşandin

Strana nû “Li Warê Kurdistan” a ku Berbanga Rojava ji bo gerîla û komunîstên pêşeng nivîsandî, ket weşanê.

Koma muzîkê Berbanga Rojava ku di bin sîwana Kolektîfa Afirêneran li Rojava kar û xebat dimeşîne, strana xwe ya nû “Li Warê Kurdistan” weşand.

Kolektîfê got, “Em vê stranê diyarî ji bo komunîstên pêşeng, berxwedêrên têkoşîna azadiya Kurdistanê gerîlayan û zarokên fedayî yên Kurdistanê yên dîrokê ji nû ve dinivîsînin, dikin.”

Stran di kanala Youtube ya Kolektîfa Afirêneran de hat weşandin.