Stêrka Rojê bi muzîkê mezin dibe

Stêrka Rojê komeke muzîkê ya ji 9 zarokan e, ku li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kar dike.

Yek ji 6 komên li nava Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê, koma zarokan Stêrka Rojê ye.

Koma zarokan Stêrka Rojê sala 2018'an ava bû û zêdeyî sê sal in li amûrên muzîkê dixe û perwerdeya awazê dibîne.

Di nava Stêrka Rojê de ku ji 9 zarokan pêk tê, perwerdeya kajo, erbane û tembûrê tê dayin. Li gorî asta pêşkertinê jî mafê zarokan heye ku hîn bêhtir amûran bi kar bînin.

Endamê herî biçûk ê Stêrka Rojê 9 salî ye, ya herî mezin jî 15 salî ye. Sê perwerdekarên xwe hene.

PERWERDEYA JI DU QONAXAN

Sîstema perwerdeyê ya Stêrka Rojê ji du qonaxan pêk tê. Destpêkê perwerdeya deng ji bo zarokan tê dayin. Zarokên ku di vê mijarê de bi pêş ketine piştre derbasî qonaxa xwendinê dibin. Pirtûkên ji bo perwerdeyê hatine amadekirin jî ji bo endamên nû bi kêrhatî dibin.

Piştre jî perwerdeya hînbûna amûrên muzîkê destpê dike. Endamên komê bi xwe hildibijêrin ku dixwazin kîjan amûrê bi kar bîne. Her wiha mafê xwe heye ku ji yekê bêhtir amûran bi kar bîne. Stêrka Rojê hin rojan perwerdeya deng hin rojan jî perwerdeya amûrên muzîkê dibîne.

Yek ji sê perwerdekaran bi perwerdeya deng, yên din jî bi perwerdeya amûrên muzîkê re mijûl dibin.

KARÊ KOLEKTÎF

Endama Stêrka Rojê Êva Elî anî ziman ku perwerdeya wan gelekî berhemdar e û got, "Em her roj kêmasiyên xwe çareser dikin û agahiyên nû werdigirin. Bi rêya provayê her roj ji aliyê deng û bikaranîna amûrên muzîkê ve bêhtir şareza dibin."

Êva Elî dibêje Stêrka Rojê karekî kolektîf dimeşîne.

Êva Elî diyar kir ku kom di rojên diyarkirî de li hev dicive û got, "Em fikrê hev digirin, bi biryarên hevpar stranên xwe diyar dikin û piştre jî wezîfeyê li hev parve dikin."

DIVÊ HER ZAROK PERWERDEYÊ WERBIGIRE

Êva Elî dibêje ku her zarok divê xwe ji aliyê çand û hunerê ve perwerde bike.

Êva Elî ku endama herî kevn a komê ye destnîşan dike ku çand bi vî rengî dikare bê parastin.

TIŞTA HÎN DIBE HER WIHA HÎN DIKE

Nûh Mihemed jî sala 2018'an tevlî nava komê bû û dibêje ku li nava komê wê hem li defê hem jî li tembûrê bixe.

Nûh Mihemed tişta ku di perwerdeyê de hîn dibin her wiha hînî zarokên nû tevlî komê bûne dike.

Nûh Mihemed kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlîbûna li karê çand û hunerê tîne ziman û destnîşan dike ku divê her zarokek çand û kevneşopiya xwe biparêze, hîn bibe.

Nûh Mihemed dibêje, "Kêfxweşim ji ber ku bi zarokên di temenê xwe de karê hunerê dikim. Em bi hev re distirên, çanda xwe diparêzin."