Spiegel: Rojeva sereke ya îro ya cîhanê peyama Ocalan e

Spiegel: Rojeva sereke ya îro ya cîhanê peyama Ocalan e

Kovara navdar Spiegel di hejmara xwe ya ku du hate weşandin de nivîsand ku dê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dê îro bê aşkerekirin bibe rojeva sereke ya cîhanê.

Kovara heftane ya Alman Spiegelê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dê îro di Newroza Amedê de bê xwendin weke rojeva xwe ya sereke diyar kir. Di malpera înternetê ya kovarê de nûçeya peyama Ocalan di nava sernûçeyên sereke de cih girt.

Kovarê nivîsand ku ew ê îro şîroveyên li ser peyama Ocalan biweşînin û got: “Ev daxuyanî dibe ku bê wateya bidawîkirina şerê 30 salan ên ku bû sedema mirina bi dehhezaran mirov. Rêberê girtî yê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bangeke dîrokî ya aşitiyê bike. Ger Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan weke ku soz daye zêdetir mafê xweseriyê bide Kurdan, dibe çekdanîna PKK’ê pêk bê.Bi rastî jî gelo ev yek ji bo aşitiyeke mayinde ya di navbera Enqere  û Kurdan de şanseke dîrokî ye? Spiegel dê gotinên Ocalan biweşîne.”