SPD û Die Linke dengên xwe zêde dikin

SPD û Die Linke dengên xwe zêde dikin

Beriya hilbijartinên giştî yên 22'ê Îlonê û hilbijartinên eyaleta Hessenê, li dû hev lêpirsînên ji gel aşkera dibin. Di lêpirsînan de xuya dibe ku Partiya Sosyal Demokratan a li Mûxalefetê (SPD) û Partiya Çep (Die Linke) dengê xwe zêde dikin. Lêpirsîn nîşan didin ku Partiya Keskan her diçe dengan winda dike.

Piştî duelloya hilbijartinê ya navbera lîdera Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Angela Merkel û namzetê SPD'ê Peer Steinbrucke ya roja 1'ê Îlonê li televîzyonan bi zindî hat weşandin, xuya dibe ku SPD'ê dengê xwe zêde kiriye. Li gorî lêpirsîna kargeha Forsa, ku heta hefteyên dawî ferqa navbera CDU û SPD'ê ji sedî 20 nîşan dida, di lêpirsîna wê ya hefteya dawî de rêjeya dengên CDU di yekemcar daketiyê binê ji sedî 40 û bûye ji sedî 39.

Li gorî kargeha lêpirsînê ya Forsa rêjeya dengên SPD'ê li gorî hefteyek berê 2 pûan zêde bû û derket ji sedî 25'an. Die Linke jî bi rêjeya ji sedî 10'an dibe partiya sêyemîn. Hevalbendê kevnare yê SPD'ê Partiya Keskan jî 2 pûan winda kir û daket ji sedî 9'an. Li gorî lêpirsîna Forsa Partiya Demokratên Hur (FDP) ya hevalbendê koalîsyona CDU ye, bi rêjeya ji sedî 6'an dibe partiya dawî ya dikeve Parlamenta Federal.

Di lêpirsîna kargeha Emnîd de jî CDU ji sedî 40, SPD ji sedî 25, Partiya Keskan ji sedî 11 û Die Linke ji sedî 9'an deng distînin. FDP jî bi zorê benda ji sedî 5'an derbas dike.

NE CDU-FDP, NE JÎ SPD-KESK BI TENA SERÊ XWE DIKARIN BIBIN DESHILATDAR

Li gorî lêpirsîna dawî ya kargeha GMS jî, CDU ji sedî 40'ê dengan û hevrikê wê SPD'ê jî ji sedî 25 ê dengan bi dest dixe. Di anketê de tê ragihandin ku Partiya Keskan daket rêjeya ji sedî 11'an, Die Linke ji sedî 9 û hevalbendê deshilatdariyê FDP jî ji sedî 5'ê dengan werdigire.

Di lêpirsîna ÎNSA de  dengên SPD'ê herî zêde li vê lêpirsînê zêde xuya dike. Di lêpirsîna 9'ê Îlonê de CDU ji sedî 39'ê dengan werdigire û SPD'ê jî rêjeya dengê xwe bilindî ji sedî 28'an dike. Partiya Keskan ji sedî 11, Die Linke ji sedî 8'ê dengan distînin. Rêjeya dengên FDP'ê jî bi ji sedî 4'an di binê benda ji sedî 5'an dimîne.

Ji bilî lêpirsîna kargeha Forsa, hemû lêpirsînên kargehan nîşan didin ku piştî hilbijartinên giştî ne CDU-FDP ne jî SPD-Kesk nikarin bibin deshilatdar.

DIE LINKE DIKARE LI HESSENÊ JI NÛ VE BIKEVE PARLAMENTÊ

Partiya Çep Die Linke ku ji ber pirsgirêkên nava partiyê ev du salin di gelek hilbijartinên eyaletan de encamên nebaş girt, tê dîtin ku 10 roj beriya hilbijartinan xwe komî ser hev kiriye. Di lêpirsînên dawî de xuya dike ku Die Linke ji bo hilbijartinên Parlamenta Bavyera ya vê Yekşemê û hilbijartinên Parlamenta Hessenê yên roja 22'ê Îlonê, dengên xwe zêde kiriye.

Die Linke ku li şeş eyaletaên Elmanya Rojhilat xwedî rejeya ji sedî 15-30'ê dengan e û yekemcar di sala 2008'an de bi rêjeya ji sedî 5,1'ê ket Parlamenta Eyaleta Hessenê ya li Rojava, di hilbijartinên pêşwext ên sala 2009'an de cara duyemîn bi rêjeya ji sedî 5,4'an hatibû temsîlkirin. Lê piştî vê hilbijartinê, di hemû lêpirsînan de rêjeya dengên partiyê di navbera ji sedî 3-4 dihat xuyakirin. Li gorî lêpirsîna dawî Die Linke bi rêjeya ji sedî 5'an dê careke din li Hessenê bê temsîlkirin.

Di heman lêpirsînê de tê dîtin ku koalîsyona CDU-FDP'ê digihêje rêjeya hevalbendiya SPD-Kesk a ji sedî 43,5'an.

LI BAVYERA'YÊ YEKEMCAR HEWLDANA KETINA PARLAMENTÊ

Li eyaleta Bavyera'yê ku weke qeleha rastgiriya Elman tê dîtin, tê payîn partiya birayê CDU, CSU bi tena serê xwe bibe deshilatdar. Di lêpirsîna dawî ya kargeha Emnîd de tê dîtin ku CDU bi rêjeya ji sedî 47'an dibe deshilatdar. Di lêpirsînê de SPD'ê ji sedî 18 û partiya Keskan jî ji sedî 12'ê dengan werdigirin. Li gorî lêpirsînê Die Linke û FDP'ê di binê benda ji sedî 4'an de dimînin. Lê belê dema hejmara zêde ya hilbijêrên bêbiryar li ber çavan bê girtin, şansê Die Linke yê beşdariya li Parlamentê derdikeve holê.