Skoçyayiyan ji serxwebûnê re gotin 'na'

Skoçyayiyan ji serxwebûnê re gotin 'na'

Di referandûma serxwebûna Skoçya de, li gorî encamên 31 ji 32 hereman, Skoçyayiyan ji serxwebûnê re gotin 'na'.

Li Skoçyayê, ji sedî 55 ê hilbijêran dengê 'na', ji sedî 45'an jî dengê 'erê' bikar anîn. Di referandûmê de 1.914,187 kesî ji serxwebûnê re gotin 'na', 1.539,920 kesan jî gotin 'erê'.

Piştî vê serketina eniya 'na' ya referandûmê, alîgirê serxwebûnê Serokwezîrê Skoçyayê Alex Salmond diyar kir ku ew encaman qebûl dikin û banga yekîtiyê kir.

Salmond da xuyakirin ku encamên referandûmê 'serketina pêvajoya demokrasiyê' ye û anî ziman ku ew ê hurmetê nîşanî encaman bide. Salmond destnîşan kir ku ew ê bi Peymana Edînbûrgh a derfetê pêkanîna referandûmê nas kir dilsoz be û xebatên ji bo berjewendiya Skoçya û Qraliyeta Yekbûyî dewam bike.

Salmond derbasdariya planên referandûma duyemîn a Adara 2015'an bibîr xist û diyar kir ku hemû Skoçyayiyên dengê 'erê' û 'na' bikar anîne, wê şopdarên meşandina neşxeya rê ya pêşeroja Skoçyayê bin.

Serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron jî bi daxuyaniyekê kêfxweşiya xwe ya ji ber encaman anî ziman û banga yekîtiya neteweyî kir.