Skoçyayî ji bo serxwebûnê li ser sindoqan e
Skoçyayî ji bo serxwebûnê li ser sindoqan e
Skoçyayî ji bo serxwebûnê li ser sindoqan e
Skoçyayî ji bo ji Brîtanyayê cihê bibin û serbixwe bibin, ji danê sibê ve di referandûmê de dengê xwe bikar tînin.
Li Skoçyayê zêdeyî 4 mîlyon 200 hezar hilbijêr, ji saet 07'an û pê ve li 2 hezar 608 sindoqan dest bi dayîna dengan kirin. Dengdan wê heta saet 22 ê şevê dewam bike.
Tê payîn ku encamên referandûmê jî sibeha Înê diyar bibe.
Navê ku wê biryara li ser mijara serxwebûnê aşkera bike jî, şefa saziya ji jimartina dengan berpisryar Mary Pitcaithly ye.
Di nava dengên bên jimartin de 789 hezar dengên bi rêya nameyê bên bikaranîn jî hene. Ev hejmar, bilindtirîn hejmara heta roja îro bi rêya postayê hatiye bikaranîn e.
Li gorî anketan ji sedî 8 heta 14'ê hilbijêrên Skoç bêbiryar in. Dengên van kesan di mijara serxwebûnê de gelekî girîng e.
Eger ji referandûmê biryara serxwebûnê derkeve, wê Skoçyayî dawî li girêdana 307 salan a bi Brîtanyayê bînin.