Siyasetmedar Papo li dijî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn doz vekir

Siyasetmedar Papo li dijî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn doz vekir

Siyasetmedara Kurd a Jin û Hevseroka Rêxistina Kîel a Partiya Çep Seyran Papo ya di rapora Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn de hedef hatibû nîşandan li dijî yekîneyên îstîxbarata Elman doz vekir. Papo destnîşan kir ku ji bo nasnameya xwe ya Kurd înkar nekir hedef hatiye nîşandan û got, “Tevî hemû tehdît û sûcdariyan jî ez ê xebatên xwe yên aştiyê berdewam bikim.”

Di rapora 2012’an a ji aliyê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Saziya Îstîxbarata Navxweyî ya Eyaleta Schleswîg-Holsteîn hatibû amadekirin de siyasetmedar û saziyên di eyaletê de hedef hatibûn nîşandan. Yek ji wan jî Seyran Papo ya di hilbijartinên eyaleta Schleswig-Holstein di sala 2012’an de ji Partiya Çep bibû endam.

Di raporê de tê îdiakirin ku Partiya Çep bi PKK’ê re kar dike û siyasetmedara Kurd Papo jî di vê çarçoveyê de xebatên hilbijartinê bi rê ve birine. Di raporê de her wiha tê gotin ku ji ber Partiya Çep benda hilbijartinê ya ji sedî 5 derbas nekiriye neketiye meclîsê û Papo ji aliyê Komeleya Civaka Kurd a Kîel, Federasyona Komeleyên Kurd (YEK-KOM) û rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ve hatiye destekkirin.      

Her wiha di hejmara Tebaxê ya kovara siyasî û çandî ya “Gegenwind” ku li eyaleta Schleswig-Holstein derdikeve ji rapora îstîxbaratê hin detay girtine û careke din Seyran Papo hedef hatiye nîşandan. Papo ku derbarê mijarê de agahî da ANF’ê, destnîşan kir ku bi rêya parêzeran wê li dijî Rêxistina Parastina Destûra dozê veke.

'EGER TIŞTEK BÊ SERÊ MIN ÎSTÎXBARAT BERPIRSIYAR E'

Seyran Papo ku niha Hevseroka Rêxistina Partiya Çep a Kîel e, da xuyakirin ku di dema kampanyaya hilbijartinan de li her cihê ku çûyê têkildarî aştiyê axifiye û ev xusûs destnîşan kir: "Eger axaftina aştiyê sûc be, ez vî sûcî qebûl dikim. Armanca wan a esasî ev e ku di qada legal de cih nedin jineke ciwan a Kurd û wê hedef nîşan bidin. Ji niha û şûnve eger tiştek bê serê min berpirsiyarê wê Rêxistina Îstîxbaratê ya eyaleta Schleswig-Holstein e."