Siyabend ê biçûk li ser şopa Egîdê Cimo ye

Siyabend Guler ê 10 salî, di temenê xwe yê biçûk de li Balabanê dixe û li ser şopa Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo dimeşe.

Li Taxa Şerefye ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, deng û awazek ji Balabana (mey) Siyabend Guler (10) û birayê wî yê biçûk Semend Guler (8) difûre. Li vê taxê bi dehan welatî li dora birayên biçûk kom bûne û li vê hunerê guhdarî dikin. Siyabend û Semend ê biçûk di vî temenê xwe yê biçûk de li ser şopa Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo dimeşin.

‘DIXWAZIM WEKE EGÎDÊ CIMO SERKETÎ BIM’

Siyabend Guler ku di temenê xwe yê 8 salî de dest bi Balabanê kiriye û ev 2 sale berhemên Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo lêdixe. Guler, vê hunerê ji bavê xwe hîn bûye û hemû ferdê malbata wan bi bilûr, balaban û gelek amûrên muzîkê re eleqeder dibin. Siyabend Guler ê biçûk ji Êlihê ye û ji bo ku civak xwedî li vê çandê derkeve bajar bi bajar digere û li bilûr û balabanê dixe. Guler bi bavê xwe yê bilûrvan Çetîn Guler re li bajarên Kurdistanê digere û li kûçeyan hunera xwe dide nîşankirin.

Guler, muzîka kilamên dengbêjan bi nota lêdixe, ji bo fêrî hemû formên muzîka Kurdî bibe bernameyeke dorfireh ji xwe re çêkiriye û paşê dixwaze di vî warî de bibe perwerdekar. Xeyala herî mezin a Guler ew e ku wekî Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo serketî be. Guler anî ziman ku Egîdê Cimo mîrateyeke mezin ji Kurdan re hiştiye û niha ji bo xwedî li vê mîrateyê derkeve têdikoşe. 

'EZ PIR JI VÊ HUNERÊ HEZ DIKIM'

Guler anî ziman ku Bilûr û Balaban çandeke pir kevnare ye û got: “ Bilûr nirxên Kurdan di nava xwe de vedişêre. Dema ku ez li Bilûr û Balabanê dixim ez aram dibim. Ez pir ji vê hunerê hez dikim. Berî du salan ez vê hunerê ji bavê xwe hîn bûm. Bavê min jî bilûrvane û kekê min yê mezin jî li Bilûrê dixe. Ez klamên Radyoya Êrîvanê lêdixim û bi taybetî jî klamên Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo lêdixim. Ji bo ku ev çanda bi qîmet winda nebe her bajar ez digerim û li vê hunerê dixim. Divê civaka me xwedî li vê hunerê derkeve.”