Sîstema sarkirinê ya Fûkûşîma sekinî!
Sîstema sarkirinê ya Fûkûşîma sekinî!
Sîstema sarkirinê ya Fûkûşîma sekinî!
Li santrala nukleerî ya Fûkûşîma ya Japonyayê, li reaktoreke zerar nedîtibû, sîstema sarkirinê ji bo demekê sekinî.
Li santrala nukleerî ya Fûkûşîma, ku di adara sala 2011'an de ji ber tsûnamî çar reaktorên wê hilweşiyan, sîstema sarkirinê ya li reaktora bi hejmara 6. di dema testekê de ji nişka ve sekinî. Xwediyê tesîsê Kargeha Tokyo Electric Power (Tepco) da xuyakirin ku sîstem piştî çend saetan ji nû ve xebitiye.
Li santrala Fûkûşîma, piştî erdhej û tsûnamî ya 11'ê Adara sala 2011'an, derketina pirsgirêkan bûye rewşeke rojane. Nêzî 3 hezar teknîsyen û karker, ji bo rakirina santralê dixebitin.
Tevî ava radyoaktîf a sê caran Okyanûsa Pasîfîk gemarî kir, ev hefteyeke ji avahiya reaktora 3., ji ber sedemeke nayê zanîn dem bi dem dûkelek radibe. Berdevkekî Tepco diyar kir ku îro jî dûkel hatiye dîtin.
Reaktora 3. a li santrala ji şeş reaktoran, weke reaktora herî zêde ji erdhej û tsûnamiyê zerar dîtiye, tê ragihandin. Ji xwe piştî erdhejê, li vê reaktorê teqîneke hîdrojek rû dabû.