'Sînema û belgefilm di bin zexta dewletê de ye'

Endamê Komîteya Mihrîcana FilmAmed Welat Yalçin diyar kir ku di roja çaran mihrîcanê de sînemahezan eleqeyek baş nîşanî festîvalê yanî pêşandana fîlman dan û bal kişand li ser zextên li ser sînemageran.

Festîvala 7'emîn a Belgefîlma FîlmAmed li salonên sînemayê yên Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ÇandAmed) didome. Mihrîcana FilmAmed ku çîrok û jiyana têkoşîna jinên ku li Irak, Efganistan û Suriyeyê ji bo wekheviya zayendê têdikoşin vedibêje, bi belgefîlma "Ez Şoreş im" dest pê kir û wê îro bi belgefîlma ku çîroka zimanekî qedexe, dibistaneke ku hatiye mohrkirin, zarokên di malan de perwerdehiya xwe dibînin û malbatên malên xwe kirin dibistan “Her Mal Dibistanek e” bi dawî bibe.

‘SÎNEMAHEZAN ELEQEYEK BAŞ NÎŞANÎ FESTÎVALÊ DAN’

Têkildarî mihrîcanê Endamê Komîteya Mihrîcana FilmAmed Welat Yalçin têkildarî mihrîcanê axivî. Yalçin anî ziman ku di roja çaran mihrîcanê de sînemahezan eleqeyek baş nîşanî festîvalê yanî pêşandana fîlman dan û wiha axivî: “FilmAmed îsal bi bernameyek dewlemend ku ji 20 jê jin bi giştî ji 42 derhêneran pêk tê, derketin pêşberî sînemahezan. Gelê Amedê di vî alî de em tenê nehiştin û di her alî de cihê xwe li gel me girt. Dîsan Dayîkên Aştiyê û Saziyên Sivîl cihê xwe li gel me girt û em spasiyên xwe ji bo wan dikin. Danê îvarî em ê bi ‘Her Mal Dibistanek e’ em ê dawî li mihrîcana xwe bînin. Her wiha ji ber derfetên aborî û qedexeya li welat gelek derhênerên me nekarin tevlî mihrîcanê bibin. Weke Komîteya Mihrîcanê ji bo ku kesên nekarî tevlî mihrîcanê bibin spasiya xwe dikin. Dîsan du derhêner ji bo ku hatina wan ya li Tirkiyê qedexe bûn, nekarin tevlî mihrîcanê bibin. Em weke Komîteya Mihrîcanê vê qedexeya li ser derhêneran şermezar dikin.”

‘LI TIRKIYÊ SÎNEMA TÊ ASTENGKIRIN’

Yalçin bal kişan li ser zextên li ser sînemayê û wiha pê de çû: “Dema ku mirov zext û astengiyên li ser sînemeya binirxîne divê mirov berê xwe bide Mihrîcana FilmAmedê. Weke du derhênerên me ku ji ber sekna wan ya polîtîk nekarin werin tevlî mihrîcanê bibin. Ev zext û astengî nîşaneya faşîzma li Tirkiyê ye. Em di pêvajoyek ku hiqûq û edalet qediyayî de dijîn. Li welat hilbijartinek pêk hat ji ber ku bi dilê hikûmetê pêk nehat, hilbijartina bajarekî mezin îptal kirin. Li ser vê yekê ji gelek daxuyaniyên hunermendan çêbûn û ev hunermend ji aliyê hikûmetê ve hatin fîşkirin.”

‘DEWLET SÎNEMEYÊ HEDEF NÎŞAN DIDE’

Yalçin anî ziman ku ji ber sînema û belgefilm dirokê nûjen dike her dem dewletên zordest sînemayê hedef nîşan dide. Yalçin da zanîn ku sînema ji ber ku qeyda rastîn e li Tirkiyê tê astengkirin û ev tişt got: “Mînaka vê yekê jî mirov dikare weke Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Sûr û Geverê nîşan bide. Ev yek tenê ji bo Tirkiyê derbas nabe. Ev yek di bingehê hemû netew dewletan de heye. Dewletên zordest çi bikin bila bikin lê bele, Sinema ji bûyerên civakê nikare dûr raweste. Huner û çanda ku ji çavkanî û koka xwe dûr bikeve nikare bibe huner.”

‘ÇAVKANIYA SINEMAYA KURDÎ YILMAZ GUNEY Û XELÎL DAX E’

Yalçin, cihê sînemayê di Çand û Hunera Kurd de nirxand û got: “Sînemaya Kurdî xwedî dîrokekî kevnar e. Heta roj îro jî ew ji wê çavkaniyê sûd werdigrin. Ev çavkanî ji Yilmaz Guney û Xelîl Dax e. Dîsan çavkaniya me gelê me ye. Bi hêza ku em ji gel digrin em ê ji bo dahatuyê jî têkoşînê xurt bikin.” 

‘MIHRÎCAN MIROVAN TÎNE CEM HEV’

Yahçin di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku armanca Sinema û mihrîcanê ew e ku nêzîkatiyek kolektiv ava bikin û got: “Heta ku di sinemayê de parvekirinek kolektif neyê avakirin berhemek xurt dernakeve holê. Mihrîcan mirovan tînin cem hev. Bingeha niqaşkirina pirsgirêkan ava dikin. Dîsa bi awayekî kolektef li çareseriya pirsgirêkan digerin. Ji bo pirsgireka cinayetên jinan, îstîsmara zarokan, tarîbata ekolojîk û pirsgirêkên din çareser bike, bingeha çareseriyê ye. Sînemagerên ji bajarên cuda yên Tirkiye û dayikên aştiyê bûn mêvanên me. Me aliyên wan ên hevpar li vir gîhand hev. Êş, şahî û pirsgirêkên wan ên hevpar li vir bûn yek. Ev mihrîcan ji bo vê yekê giring e.”