Serokwezîrê Lîbyayê hate revandin!
Serokwezîrê Lîbyayê hate revandin!
Serokwezîrê Lîbyayê hate revandin!
Berdevkê hikûmeta Libya ragihand; Serokwezîr Elî Zeydan li Trablûsê li otêla ku lê dima ji aliyê hin kesên nasnameya wan ne diyar ve bi zorê hatiye revandin û nayê zanîn bi ku de birine.
Li gorî daxuyaniya berdevk, Serokwezîr Zeydanî yê ku li bajarê Trablûsê li otela Corinthiam dima, ji aliyê hinek kesên ne nas ve ji otêlê bi darê zorê derxistine û bi karwanekî wesayîtan revandine, di dema bûyerê de dengê çekan jî hatiye bihîstin.
Malpera fermî ya hikûmetê jî bi daxuyaniyekê bûyer piştrast kir û got: “ Serokwezîr ji aliyê hin kesên nenas ve, ku sedemê wê nayê zanîn ji ber çiye, hatiye revandin û birine cihek nediyar.”
Kanalên Abu Dabî Sky News û ajansa nûçeyan a Fransa AFP jî bûyer wekî nûçeyên lezgîn weşandin û diyar kirin ku Serokwezîr ji aliyê kesên nenas ve hatiye revandin û nayê zanîn bi ku de birine.
Li gorî hin îdiayan; bûyer ji aliyê çekdarên El Kaîde ve ji ber sedemê bûyera heftiya derbasbûyî ku hêzên CIA yên Emerîka li Libya yê êrîşê ser navendek ya El Qaide kiribûn, hatiye encam dan. Di encama wê serdegirtinê de yek ji fermandarên mezin ên El Qaîde yê binavê Enes El Lîbî li Trablusê ji aliyê CIA ve hatibû girtin. Li gorî muxalefeta Libya dibêjin hikumeta Libya di encamdana wê êrîşê de alikarî daye hêzên CIA yên Emerîkî. Ji bona wê dibe ku ev bûyer ji ber bersivdana wê êrîşê hatibe encam dan.