Serketiyê hilblijartinên li Venezûelayê Partiya Sosyalîst e

Serketiyê hilblijartinên li Venezûelayê Partiya Sosyalîst e

Serketiyê hilbijartinên herêmî yên duh ên li Venezûelayê Partiya Sosyalîst a li desthilatdariyê ye. Encamên hilbijartinê, ji bo polîtîkayên Serokdewlet Nîcolas Madûro tê wateya piştgiriyê.

Di encama aşkerabûna sê ji çar parên dengan de hat ragihandin ku Partiya Sosyalîst a bi lîderiya Madorû serketiyê hilbijartinê ye. Partiya Sosyalîst 337 Şaredarî û mûxalîfan jî 196 Şaredariyên li welêt bi dest xistin. Li gorî encaman, Partiya Sosyalîst ji sedî 49.2 ê dengan, mûxalîfan jî ji sedî 42.7 ê dengan wergirtin. Rêjeya beşdariya li hilbijartinan jî weke ji sedî 59 hat destnîşankirin.

Madûro ji meha Nîsanê dema destpêka desthilatdariya xwe û vir ve neçare li dijî pirsgirêkên aboriyê têbikoşe. Enflasyona Venezûelayê ji sedî 54 e û ev rêje di nava welatên Amerîka Başûr de rêjeya herî bilind e.

Madûro beriya niha bi demekê dest danîbû ser firoşgeheke bi buhayekî zêde malê xwe difirot û buhayên wê kêm kiribû.