Serkan Tosun li Brukselê hate bi bîranîn

Serkan Tosun li Brukselê hate bi bîranîn

Li mala Gel ya li Brukselê ji bo bîranîna şervanê MLKP’ê Serkan Tosun,ku li Rojavayê Kurdistanê  jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmekê hate bibîr anîn.

Merasîma bîranînê  duh di saetên êvarêde bi girtina deqeyek rêzgirtinê di kesayeta Serkan Tosun (Mazlum) de hemû şehîdên şoreşê yên li cihanêde hate girtin û merasîmê destpêkir.

Axaftina despêkê ji aliyê nûnerê MLKP’ê ve hate kirin, bal kişande li ser rola Serkan Tosun û diyar kir, Serkan Tosun wekî nirxê hevpare dinavbera şoreşa Tirkiye û Kurdistanêde.

Herwiha nunerê MLKP’ê diyar kir ku,rijêmên paşverû yên herêmê dixwazin şoreşa Rojava bi fetisînin, ji bona wê pêwîste herkes Serkan Tosun wekî mînaka xwedî lêderketina Rojava bibîne û di hemû şert û mercan de xwedî li şoreşa Rojava derkevin.

Nunerê PKK’ê jî di merasîmê de axivî û diyar kir ku Serkan Tosun jî di rêya ku Mahîran, Denizan, Îbrahîman,Kemal Pîran, Orhan Yilmazkaya  vekirî de meşiyaye. Herwiha got: “ Serkan Tosun bû şehîdê hemû gelên ku li Rojhilata Navîn jiyan dikin.”

Nunerên TKP ML jî diyar kirin ku, Serkan Tosun xwe ji bo gel û hevalên xwe kiriye sîper û xwedî lê derketiye.

Herwiha du dayikên aştiyê ku zarokên wan di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, ji bo Serkan Tosun gotin: “ Ew şehîdê meye” û dayikan banga xwedî derketina li têkoşînê kirin.

Nûnerên BGK û FEKBEL jî di merasîmê de amadebûn. Herî dawî peyama ku ji aliyê komîteya navendî ya MLKP û KCK’ê ve hatibû amade kirin, hatin xwendin û merasîm bi dawî bû.