Serfiraziya Kobanê ya Dastanî bû pirtûk

Berxwedana dastanî ya hêzên YPG-YPJ'ê li Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê, bi navê ''Rojaneya Berxwedana Kobanê'', bû pirtûk. Pirtûka ku yek ji fermandarê berxwedanê Sefkan Kobanê nivîsî ronî dike bê serfirazî çawa çêbûye.

Pirtûka bi navê ''Kobanê Direniş Güncesi'' (''Rojaneya Berxwedana Kobanê'') berxwedana efsaneyî ya şervanên YPG-YPJ'ê ku 13'ê Îlona 2014'an li Kobanê li dijî êrîşên qirker ên çeteyên DAÎŞ'ê dest pê kirî hate weşandin, ku ev çete ji hêla dewleta Tirk ve dihate destekirin û dijminatiya mirovahiyê dikirin.

Pirtûka rojaneya berxwedana Kobanê, ku berxwedana 26'ê Çile ya 2015'an bi serfiraziyê bi encam bûbû, ji hêla yek ji fermandarê berxwedanê Sefkan Kobanê ve hatiye nivîsîn.

Di vê pirtûkê de ku ji hêla Weşanên Memyan ve hatiye hazirkirin, têkoşîna şervanên leheng vedibêje ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yê bi desteka dewleta Tirk 136 rojan dom kiribû, di pirtûkê de berxwedan bi kitekitî tê vegotin.

Pirtûk ji 9 beşan pêk tê, di pirtûkê de ji 13'ê Îlona 2014'an ku êrîşên dagirker dest pê kiribû û heta dema Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan gotibû, ''Kobanê li ber ketinê ye'', berxwedana şervanên YPG-YPJ'ê ku mirin ji tine ve dihesibandin bi berfirehî tê vegotin.

Li dijî êrîşên qirkirinê rêxistiniya eniya Kobanê, berxwedana destanî ya şervanÊn Kobanê, li ser banga seferberiyê ya KCK'ê, Rêveberiya Kantonê û YPG-YPJ'ê herka ciwanên Kurd û şoreşger ya ji çar aliyên Kurdistanê berbi Kobanê ve, bi gotinên şahidan tê vegotin.

Pirtûk berhemeke girîng e ku vedibêje çanda berxwedanê ya Stalîngradê ya 1942'an a li dijî faşîzma Hîter ku hêviyên mirovahiyê geş kirine, li dijî faşîzma Franco a 1936'an Spanyayê giyanê piştevaniya şoreşger a şoreşgerên cîhanê çawa li Kobanê disa zindî bûye û hemû cîhan dorpêç kiriye.

Nivîskarê pirtûkê Sefkan Kobanê, di pêşgotina pirtûkê de wiha dibêje:

''Ya ku destana Kobanê afirandî baweriya mirovahiyê ya bi azadiyê ye. Ev destan berhema giyanê hevpar e ku li dijî zilm, barbarî û rêbazên derî mirovî bûye yek dil, li kûderê bijî bila bijî bi Kobanê re hilm dayî û standî. Derheqê jiyana lehengên ku bi giyanê Apoyî şer kirine, min hewl da ku cihekî berfireh bidim şahidan. Lê dîsa jî pê dizanim ew kêmasiya ku dişibe wê valahiya ku hevrêyên me li dil vedikin, mine nekariya dagirim.''