Şer û karesatan 45 milyon kes sirgun kirin

Şer û karesatan 45 milyon kes sirgun kirin

Ji ber şer, karesatên xwezayî û sedemên cihêkar, bi dehan milyon mirov neçar dimînin ji cih û warên xwe birevin û bibin penaber. Li gorî daneyan, hejmara penaberan derketiye 45 milyon û ev hejmar weke ya herî bilind a 18 salên dawî tê dîtin.

Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya sala 2012'an a bi wesîleya Roja Penaberan a Cîhanê weşand de, ragihand ku piraniya penaber xwe li welatên bi pêş dikeve ve digirin û ev yek jî dibe sedem ku di şert û mercên giran ên jiyanê de bijîn.

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) li gelemperiya cîhanê 45.2 milyon kes ji ber şer, karesatên xwezayî û pirsgirêkên aboriyê neçar mane cih û warên xwe biterikînin. Hejmara penaberan a sala 2011'an 42.5 milyon bû û ev hejmar ji sala 1994'an û vir ve derketiye asta herî bilind. 

Li gorî rapora UNHCR, di sala 2012'an de 15.4 milyon kes di statuya penaberan de bûn, 937 hezar kes jî ji bo wergirtna statuya penaberiyê li benda biryarê ne. 28.8 milyon kes jî li welatê xwe di rewşa penaberiyê de dijîn û ev yek hejmara herî bilind 20 salên dawî ye.

Di sala 2012'an de bi giştî 7.5 milyon kes cih û warên xwe terikandin û ketin rewşa penaberiyê, ji van 6.6 milyon kes li nava welatê xwe bûn penaber.

AFGAN Û SOMALIYÎ DI RÊZA YEKEMÎN DE NE

Li gelemperiya cîhanê, şer yek ji sedemên sereke yên penaberiyê ye. Li gorî vê yêk ji sedî 55'ê penaberên li gelemperiya cîhanê ji welatiyên Afganîstan, Somalî, Iraq, Sûriye û Sûdanê pêk tê.Bi tenê ji sedî 95'ê penaberên li Pakîstan û Îranê ji Afganîstanê ne. 746 hezar Iraqî û 471 hezar Sûriyeyî jî weke penaber li welatên din dijîn. Ji welatên Efrîkayê Malî û Komara Demokratîk a Kongo, yek ji welatên ku ji ber penaberiyê mirovê direvin û penaberiyê dijîn e.

Di rêza welatên penaberan vedihewîne jî, li gorî sala 2011'an guhertin çê nebûye. Pakîstan di sala 2012'an de bi 1.6 milyon penaberên ji Afganîstanê di rêza yekemîn a welatên penaber lê ne de cih digire. Îran bi 868 hezar penaberan di rêza duyemîn û Elmanya bi 589 hezar penaberan di rêza sêyemîn de cih digire.

NÊZÎ NÎVÊ PENABERAN DI BIN 18 SALÎ DE NE

Aliyekî din ê raporê yê balê dikşîne, der heqê zarokan de ye. Li gorî vê yekê, rêjeya penaberên di bin 18 salî de ji sedî 46 e. Rewşa zarokên neçar mane ji malbatên xwe qut bibin û biçin koçberiyê, di asteke krîtîk deye. Li gorî raporê ji 21 hezar 300 zarokên di sala 2012'an de serî li mafê penaberiyê dane, yan malbata xwe wenda kiriye yan jî neçar mayê ji malbata xwe dûr bikeve. 

PIRANIYA WAN XWE LI WELATÊN KÊM PÊŞ KETIYE, DIGIRIN

Piraniya penaber li welatên kêm pêş ketiye dijîn û ev yek pirsgirêkeke din e. Li gorî vê yekê nîvê 10.5 milyon penaberên di bin berpirsyariya UNHCR de ne, xwe li welatên salê 5 heza dolar dibe para yek kesî, ragirtine. Di warê giştî de, ji sedî 81'ê penaberan xwe li welatên bi pêş dikeve ve digirin û ev rêje beriya 10 salan ji sedî 70 bû. Ev jî tê wê wateyê, ku penaber li welatên xwe lê girtine di şertên giran de dijîn.

DI SALA 2012'AN DE 2.7 MILYON KES VEGERIYAN MALÊN XWE

Li gorî rapora UNHCR, di sala2012'an de li gelemperiya cîhanê 2.7 milyon kesan dawî li penaberiya xwe anîn û vegeriyan cih û warên xwe. Ji van 526 hezar penaberên xwe li welatên biyanî girtibûn û 2.1 milyon jî ji penaberên li welatên xwe penaber bûn, pêk tê.

Ev rapor, penaberên ji ber şer ên sala dawî na hesibîne. Her weha kesên ku bi penaberî çûne welatan û li wir mafê welatîbûnê wergirtine jî, di raporê de cih nagire. Wekî din ev rapor li gorî tesbîtên saziyên civakî yên bi Neteweyên Yekbûyî re dixebitin, pêk hatiye. Tê gotin, hejmara rastî ya penaberan di ser 45 milyonî re ye.