Şandeya Elman: Divê Rojava li dijî DAIŞ’ê bê destekkirin

Şandeya Elman: Divê Rojava li dijî DAIŞ’ê bê destekkirin

Şandeya Elman a ku hefteya borî ji Rojava vegeriya, li Berlînê bi civîneke çapemeniyê çavdêriyên xwe vegotin. Endamên şandeya ji parêzvanên mafê mirovan û zanyaran pêk dihat banga: “Têkoşîna herî baş a li dijî DAIŞ’ê destekkirina rêveberiya li Rojava hatiye avakirine. Ji ber wê jî divê tavilê qedexeya li ser PKK’ê rabe.”

Şandeya ji siyasetmedar, parêzvanên mafê mirovan, zanyar û akademîsyenan pêk dihat, ji Elmanyayê çû serdana Rojavayê Kurdistanê. Şandeya Elman, derbarê serdana xwe ya ku 14-24’ê îlona 2014’ê de pêk anî, de civîneke çapemeniyê li dar xist. Şandeya bi rayedarên Rojava  re pêk anî, bang li hukumeta Elman kir qedexeya li ser PKK’ê rabike.

Şandeyê li Mala Berndar Lichtenberg a li paytexta Elmanya Berlînê civîna çapemeniyê pêk anî û çavdêriyên xwe yên derbarê serdana Rojava de vegotin. Civîna çapemeniyê bi sernavê “Li şûna çekan alîkariya mirovahiyê, li şûna sînor li DAIŞ’ê vekin, li penaberan vekin” pêk hat û navên kesên tevil bûne wiha ne: Endama Yekitiya Hekîmên Navneteweyî yên Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) Dr. Gisela Penteker, Prof. Dr. Norman Paech, civaknas Martin Dolzer û Sekretera Giştîyê Tevgera Aşitiyê ya Katolîkan Christine Hoffmann.

 ‘ROJAVA NE LI XEMA NY’YÊ YE’

Destpêkê Endama IPPNW’yê Dr. Gisela Penteker axivî û derbarê serdanê de agahî da. Dr. Penteker da zanîn ku ji ber embargo û dorpêça li ser Rojava, li herêmî trajediyeke mirovahiyê heye û got: “Pêwîstiya gelê Rojava, bi taybet jî kampa Newrozê bi amûrên lezgîn ên tenduristiyê hene.”

Dr. Penketer bal kişand ser bêdengiya raya giştî ya li hemberî Rojava û got: “Bi taybet NY û Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’yê, li hemberî Rojava kerr û lal e, tu dibêjî qet li xeman wan nîne” û bang li Tirkiye û rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku embargoya li ser Rojava rakin.

 ‘RÊYA TÊKOŞÎNA LI DIJ DAIŞ’Ê DESTEKKIRINA PKK’Ê YE’

Prof. Dr. Norman Peach jî bal kişand ser têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê û wiha axivî: “Rêya herî baş a têkoşîna li dij DAIŞ’ê destekkirina gel û rêveberiya Rojava ye. Ji ber vê jî divê PKK’ya li Rojava û heta li Başûrê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê şer dike, bê destekkirin” û ragihand ku Tirkiye ji bilî DAIŞ’ê deriyê xwe yê sînor li her kesî girtî ye.”

Zanyarê Elman koalîsyona bi îdîaya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin rexne kir û got: “Ger bi rastî jî ji dil bin, bila vê îzolasyona li ser Rojava rabikin. Ji ber ku yê ku herî zêde li dijî DAIŞ’ê têdikoşe û mexdûr bûye gelê Rojava ye. Her wiha, divê hukumeta federal a Elman jî qedexeya li ser PKK’ê rake û YE jî PKK’ê ji lîsteya terorê derbixe.”

‘HEDEFA DAIŞ Û TIRKIYEYÊ HILWEŞANDINA MODELA ROJAVA YE’

Civaknasê Alman Martin Dolzer jî di civînê de axivî û got ku ew bi xwe çûn Kantona Cizîrê û li wir beşdarî civîna rêveberên kantonê bûne û got: “Li her kantonekê rêveberiyeke demkî heye, hemû komên olî û etnîkî di van rêveberiyan de cih digirin.” Dozler bal kişand ser hewldana avakirina “herêma tempon” a ji aliyê Tirkiyeyê ve û diyar kir ku hedefa Tirkiye û DAIŞ’ê têkbirina modela li Rojava ye.,

Sekretera Tevgera Aşitiyê ya Katolîkan a Navneteweyî Christine Hoffmann jî derbarê kampanyaya bi navê “Bila bazirganiya çekan raweste” de agahî da. Christine Hoffmann diyar kir ku tişta ku herî dawî pêwîstiya Kurdan pê heye çek in û got: “Li şûna çekan, divê Elmanya bi qasî ji destê wê tê hemû alîkariyê mirovahiy êbişîne.”

Endama IPPNW Dr. Gisela Penteker bersiv da pirsên rojnamevanan û got: “Pêwîstiya PKK’ê bi çekan tune ye. Pêwîstiya wê bi desteka siyasî û navneteweyî heye”. Martin Dolzer jî got: “PKK li herêmê hêza aşitîxwaz e. Her kesên aşitîxwaz divê destekê bidin PKK’ê.”

 Prof. Dr. Norman Paech jî bal kişand ku li pişt qedexeya li ser PKK’ê têkiliya bazirganî ya Tirkiye û Elmanya heye û got: “Tişta li Rojava ya ku herî zêde kete ber çavên me ew bû gelê Rojava xwedî li Ocalan derdikeve. Li her derê posterên Ocalan hebûn. Jixwe tê zanîn li Tirkiye û Bakûrê Kurdistnaê jî gel xwedî li Ocalan û PKK’ê derdikeve. Divê Elmanya êdî van rastiya bibîne.”

Şandeya Elman, piştî civîna çapemeniyê çû serdana greva birçîbûnê ya ku bi armanca piştgiriya bi Kobanê re, li Qada Brandenburg Torê hatiye destpêkirin