Şahidê nepenî: Ne pevçûn, înfaze

Şahidê nepenî: Ne pevçûn, înfaze

5'emîn rûniştina doza înfaza Îbrahîm Atabay û 2 endamên HGP'ê ku di 7'ê Cotmeha 2009'an de hatin qetilkirin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Şahidê Nepen Tarik Bîlîr ku şahidê înfaza xwendekarê Lîseyê Îbrahîm Atabey û 2 endamên HPG'ê Sunullah Kesercî (Sîpan) û Necmeddîn Ahmed Hasan (Necmî Afrîn) e axivî û got: “Me ew ji bo ewlehiyê li erdê dirêj kirin. Piştî Fermandarê Alayê Vecîhî Îyîgun û tîmên taybet hatin, me xwe da aliyekî. Piştî me xwe da alî gule hatin reşandin. Pişti dengê çekan Albay Vecîhî em piroz kirin. Albay ji mere got ‘Ger ku yên bipirsin bêjin dema me lêgerîn dikir gule berdan me û me jî gule berda wan. Ger ku me ew girtibûna dê 1-2 salan girtî bimana û bihatina berdan' Piştre tîmên taybet yek bi yek li ser me lêgrin pêk anî."

Di 7'ê cotmeha 2009'an de li gundê Kel ê navçeya Ebexê ya Wanê xwendekarê Lîseyê Îbrahîm Atabey û 2 endamên HPG'ê Sunullah Kesercî (Sîpan) û Necmeddîn Ahmed Hasan (Necmî Afrîn) hatibûn înfazkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de hate xwestin ku Fermandarê Cendirmeyan ê Bajar ê wê demê Serheng Vecîhî Halîl Îyîgun ê girtî û leşkerên din ên bêyî girtî tên darizandin Alîkarê Fermandarê Tabura Tevgera Taybet a Cendirmeyan ê wê demê Serdar Hakan Başakligîl, Serpêl Muhlîs Çolak, Serbaz Kabîl Tanyelî, çawişên pisporê ên di tîma Tevgera Taybet a Cendirmeyan de peywirdar Îsmaîl Taşdemîr, Hasan Kaya, Unal Demîrbaş, Hasan Emîr, Mustafa Kupelî, Abdulkadîr Karaca, Abdulmutalîp Ateş, Mustafa Perpîl, Mehmet Kocaboga, Hamza Çelîk, Huseyîn Guzel, Mevlut Mete û Ozgenç Soylu "Bizanebûn mirov kuştin" bên darizandin. Îdîanameya ji aliyê dozgeriyê ve hate amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a Erdîşê ve hate qebûlkirin. Di îdîanameyê de hate diyarkirin ku 3 kes piştî bi saxî hatin girtin hatin înfazkirin û têkildarî vê yekê de îfadeyên şahidên nepen û şahidên bûyer cih girtin.

Duh 5'emîn rûniştina doza kuştina Îbrahîm Atabay û 2 endamên HPG'ê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Ji ber ku pergala deng li 6'emîn Dadgehê tune bû rûniştina dozê li 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di rûniştinê de Serheng Vecihi Halîl Îyîgun ku girtî tê darizandin û Serbaz û Fermandarê Tabûra Tevgera Taybet a Cendirmeyan Hakan Başakligîl, Teymen Muhlis Çolak, Çawişê Pispor Kabil Tanyelî çawîşê pispor ku endamê tîmên taybet e Îsmaîl Taşdemîr, Hasan Kaya, Unal Demîrbaş, Hasan Emîr, Mustafa Kupelî, Abdulkadîr Karaca, Abdulmutalîp Ateş, Mustafa Perpîl, Mehmet Kocaboga, Hamza Çelîk, Huseyîn Guzel, Mevlut Mete û Ozgenç Soylu, mexdûr Fehim Kesercî, Sinan Atabay û parêzerên wan amade bûn.

Rûniştina dozê bi axaftina şahidên nepen dest pêkir. Şahidê nepen ê bi kodê Yunus Tatar ku bi pergala deng îfade da, diyar kir ku li ser îxbarê çûn gund û piştî çûn gund şexs dîtin û bi pey wan ketin. Tatar, anî ziman ku piştî derdora 3 kesan pêçan li bendê man heta ku Tîmên Tevgera Taybet a Cendirmeyan hatin û wiha got. "Ez nebûm şahid ku xest teslîm bûn ya na. Parêzer Sinem Coşkun, pirsa "Kesên reviyan çend kes bûn? Di destê wan de çek hebûn ya an? pirksî lê serokê dadgehê bi hinceta berî ev pirs hatine pirsîn destûr neda ku bibersivîne. Parêzer jî bertek nîşanî vê yekê da.

DESTÛR NEDAN KU PIRSAN BI FIREHÎ BIBERSIVÎNE

Şahidê nepen ê bi kod navê Kartal Yildirim jî anî ziman ku nayê bîra wî ku wê rojê çi jiya. Piştre îfadeya wî ya berê hat xwendin. Di îfadeya berê de wiha hatibû gotin. Serheng Vecihi Halil Îyîgun şexs teslîm negirtin û ew dan ber guleyan." Depa parêzer xwest pirsan bike jî vê carê sererokê heyeta dadgehê destûr neda ku pirsan bi firehî bibersivîne. Prz. Sinem Coşkun, jî xwest bi berfirehî pirs bên pirsîn û her tişt ronî bibe.

‘ME DÎT KU 3 KES HATIN GIRTIN'

Şahidê bi kod Serhat jî anî ziman ku li ser îxbarê çûn gund û dema çûn gund kes ji gund dûr ketibûn û wiha got: "3 kes 600-700 metre ji me dûr bûn. Me jî çep û rast gule berda. Piştre 3 kesan xwe avêtin rûbarê çem. Me dora wan pêça. Heta nîv saetê teslîm nebûn. Ji bo ku teslîm nebin pir di ber xwe dan. Teslîm nebûn û gule berdan me. Ewil ê zarok teslîm bû. Yê ji Sûriyê jî ji milê xwe de birîndar bû. Lê kesê 3'emîn ji bo teslîm nebe di ber xwe da. Heri dawî kesê sêyemîn jî teslîm bû. Li cem wan keleşek hebû. Disa debanceyek M16 hebû. Lê min ev çek li cem wan nedît. Piştî hatin girtin û demek nêzîk Tîmên Tevgera Taybet a Cendirmeyan hat cihê bûyerê. Me jî xwe da aliyekî û teslîmî tîmên taybet kir. Dema em derketin ser girt, me dit ku kes kuştin. Piştî îfadeya Serhat heyeta dadgehê navber da rûniştinê.

Şahidê nepen ê bi navê Husamettin Doruktepe jî îfadeya wî ya berê hat xwendin. Di îfadeya wî de hat gotin ku bi fermana Vecihi İyigun kes hatin kuştin.

Piştre Şahidê nepen ê bi kod navê Tarık Bilir jî wiha got: “Me ew ji bo ewlehiyê li erdê dirêj kirin. Piştî Fermandarê Alayê Vecîhî Îyîgun û tîmên taybet hatin, me xwe da aliyekî. Piştî me xwe da alî gule hatin reşandin. Pişti dengê çekan Albay Vecîhî em piroz kirin. Albay ji mere got ‘Ger ku yên bipirsin bêjin dema me lêgerîn dikir gule berdan me û me jî gule berda wan. Ger ku me ew girtibûna dê 1-2 salan girtî bimana û bihatina berdan' Piştre tîmên taybet yek bi yek li ser me lêgrin pêk anî."

Şahidê bi navê Şenturk Turkoglu jî anî ziman ku piştî wan şext girtin tîmên taybet hatin cihê bûyerê û wiha got: "Me şext teslîmî wan kirin û em bi şûnde vegeriyan. Piştî demekê Vecîhî Îyîgun, hat cem me û got: "Van kesan gelek ocax kor kirin." û ji cem me qetiya."

Prz. Pinar Akdemir, jî xwest der barê bersûcan de biryara girtinê bê dayîn û lêpirsînek kur û fireh bê meşandin. Akdemîr, anî ziman ku li holê înfaz heye û divê li gorî vê yekê darizandin bê kirin. Heyeta dadgehê piştî navber da rûniştinê daxwaza parêzeran a girtina bersûcan red kir û doz taloqî 10'ê Adarê kir.