BI DÎMEN

Basel ji kilaman têr bû

Li Dîwana Dengbêj a ku îro di 12’emîn Hefteya Çanda Kurd a li Baselê hat lidarxistin, berhem hatin pêşandan û bi beşdariya nivîskar Yaqûp Tilermenî li ser dengbêjiyê sohbet hat kirin. Performansa tîma folklorê ji alî temaşevanan ve gelek hat ecibandin.

HEFTEYA ÇANDA KURDÎ YA BASELÊ

Hefteya Çanda Kurd a ku her sal li bajarê Basel ê Swîsreyê bi awayekî kevneşopî tê lidarxistin, di roja 3’emîn de bi çalakiyan dewam kir.
Di çalakiya ku bi resepsiyona Navenda Çand û Hunerê ya Basel Medê di 7'ê Adarê de dest pê kir, şanoya "Bêlome" ku ji aliyê hunermendên girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Kurd a Swîsreyê ve hatibû amadekirin û fîlma ku jiyana têkoşînê ya Sakîne Cansiz vedibêje "Jiyana Min Her Şer Bû" hatin nîşandan. 

Îro li salona konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê li ser ziman û çanda Kurdî û hunera dengbêjiyê sohbet hate kirin.
Hunermend Cewad Merwanî, Hozan Şemdîn, Şengul Aslan û Kawa Urmiyê li Dîwana Dengbêjiyê berhemên xwe pêşkêş kirin, helbestvan Dîlber Hêma jî helbest xwend. Her wiha pêşandana koma folklorê ya ku di çarçoveya Navenda Çandê ya Medê de xebatên xwe didomîne, bi balkêşî hat temaşekirin.
Di çalakiyê de bi pêşkêşkirina Nivîskar Yaqûp Tilermenî axaftinek hate kirin.
12’emîn Hefteya Çanda Kurd a Baselê dê sibê li salona konferansê ya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Baselê dê bi konsera bi beşdariya hunermend Hîvron, Xecê û Dîlan Top bi dawî bibe. Konser wê sibe saet di 14.30 de dest pê bike.