BI DÎMEN

Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket

Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz hejmara nû ya Adar û Nîsanê bi temaya "Hebûn û Zayîn" derket.

Di kovara bi temaya “Hebûn û Zayîn” de mijarên wekî 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 8’ê Adarê Roja Mafên Jinan a Cîhanê û 21’ê Adarê Cejna Newrozê bi gelek nivîs û kategoriyan hatin parvekirin.

Di kovarê de bi perspektîfên “Rêbertî” û “Jinên Ciwan” jî rê û rêbazên helwesta jinên ciwan a li hemberî pêvajoyê cih digire.

Gotarên bi sernavê "Meşên Herî Xweşik Meşên Nîsanê ne" bi "Perspektîfa Rêbertiyê" û perspektîfa jinên ciwan a bi navê "8'ê Adarê Jin û Jiyan" bi armanca ronîkirin û hişyarkirina jinên ciwan balê dikişîne.

Di kategoriya dosyayê ya kovarê de qala "Vejîn û Jiyan" tê kirin, di beşa portreyê de jî Rehşan Demîrel a ku li Kadifekale bedena xwe şewitand cih digire.

Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz di vê hejmarê de beşeke taybet pêşkêşî xwînerên xwe dike, di gelek beşên din de jî gotarên perwerdehiyê cih digirin.