Rûsyayê 700 koçberên din jî kirin binçavan

Rûsyayê 700 koçberên din jî kirin binçavan

Rûsya operasyonên xwe yên himberî koçberan yên ji ber hînceta ku di sala bûrî de cinayetek çêbû didomîne.

Duh hêzên ewlehiyê li semta  Lublino ya ku piranî koçber lê dimîn de li ser navenda kirin û firotinê ya bi navê  Moskova yê de girtin. Di dema serdegirtinê de 700 kesên li navendê de girtin.

Di Operasyonê de gelek hêzên tîmên teybet û polîs beşdar bûn. Li gorî ajansên Rusyayê hemû deriyên çûyîn û hatiyê yên navenda kirin û firotinê hatine girtin û di derbarê kesên biyanî de lêgerîn hatiye destpêkirin. Hinek kesên ku xwestin li ser dîwar re bireve jî hatin girtin.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê jî operasyon ne li dijî koçberane li dijî kaçakçiyên çekan, madeyên hişber û hilberînkarên korsan pêkhatine. Operasyon bi navê“Zaslos-2” pêkhat.

Piraniya markêtan bi serdegitinan re deraveyên xwe anîn xarê, li ber AVM’ê wesaît bûn rêz û polîsan wesaît yek bi yek kontrol kirin. Di çarçovera heman operasyonê de di 19’ê Mijdarê de li bazara bi navê Sadovodê serdegirtin çêbirî bû piranî koçber 600 kes hatibûn binçav kirin.