Rûsya û Ukrayna di gazê de li hev dikin

Rûsya û Ukrayna di gazê de li hev dikin

Têkildarî krîza ku bi mehane li Ukrayna didome, hevdîtinên li Îtalya hêvî didin. Tevî ku tê gotin wê krîz bi temamî bi dawî nebe jî, der barê krîza gazê de Putîn daxuyaniyên erênî dan.

Krîza sala buhrî di meha Mijdarê de destpê kir, piştî neteweperest hatin desthilatdariyê Rûsên alîgirên serxwebûnê dest bi serhildanê kirin.

Ji bo krîz bi dawî bibe duh li bajarê Mîlano yê Îtalya serokên dewlet û hikûmetan ên Rusya, Ukrayna û welatên Ewropa hatin cem hev. Beriya hevdîtina Asya-Ewropa (ASEM), serokên Rûsya, Ukrayna, Elmanya, Brîtanya, Fransa û Îtalya tevlî civîna li Mîlano bûn.

Di çarçoveya hevdîtinan de Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokkomarê Ukrayna Petro Poroşenko hatin gel hev. Petro Poroşenko piştî hevdîtinê got ku serokê Rûsya di hin mijaran de erênî nêz bûye.

Vladîmîr Putîn ê ji ajansa Reuters re axivî got ku têkildarî sewqiyata gazê ya di mehên zivistanê de wê ji Ukraynayê re bê kirin li hev hatine. Ji ber Ukrayna bi milyar dolaran deynê xwe yê gazê nedabû,  Rûsya ji bo Ukrayna şandina gazê rawestandibû.

Rûsên li Ukrayna bi daxwaza serxwebûnê çek hilgirtibûn. Mîlîtanên Rûs ji mehên biharê ve li herêmên Donetsk û Luhansk kontrol kiribûn destên xwe û serxwebûn îlan kiribûn. Paşê jî artêşa Ukrayna operasyon dabû destpêkirin.  

Rêveberiya Ukrayna ya li hember komên Rûs bi ser neket û welatên rojavayî îdîa dikin ku Rûsya alîkariya leşker û çekan dide dide komên Rûs. Ji ber şer û pevçûnan heta niha 3 hezar û 700 kesî jiyana xwe ji dest daye û 8 hezar û 700 kes jî birîndar bûne.

Rûsya herî dawî dabû xuyakirin ku wê yekîneyên xwe yên leşkerî ji sînorê Rûsya vekişîne.