Rûsya û DYA’yê li hev kir
Rûsya û DYA’yê li hev kir
Rûsya û DYA’yê li hev kir
Plana Rûsyayê ya çekên kîmyewî ên Sûriyeyê bêxin bin kontrola navnetewî de, li Cenewreyê bi hevdîtina wezîrên derve ên Rûsya û DYA’yê li hev kirin.
Ji Pêncşema borî heya niha Wezîrê Derve ê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî ê Amerîkayî John Kerry li Cenewreyê di civin, têkildarî îmha kirina çekên kîmyewî li hev kirin.
Li ser plana ku li hev kirine, dem daye Sûriyeyê ku pêwîste heya heftiyekê lîsteya çekdan bide. John Kerry da xuya kirin ku, armanc ewe ku heya nava 2014’an çekên kîmyewî ji nava Sûriyeyê derxînin.
Di civîna hevpar de Lavrov jî got, ew gihane hedefa ku Serokê DYA Barack Obama û hempîşeyê wî ê Rûs Vlademîr Putîn.
Di mijara mudaxeleyekî çêbibe jî her du welat xwedî fikrên ciyewazin. Lavrov da diyarkirin ku, niha pêşdîtinek wisan tuneye ku li hember Şamê mudaxeleyek çêbibe.