Rusya mafê îltîcayê da Snowden
Rusya mafê îltîcayê da Snowden
Rusya mafê îltîcayê da Snowden
Şêwirmendê Îstixbaratê yê kevin ê Amerîkayê Edward Snowden, ji Rûsyayê mafê îltîcayê ya demkî wergirt. Snowden, ji balafirgeha Moskowa hat wergirtin û birin cihekî “Bi Ewle”.
Rûsya mafê îltîcayê yê demkî da Edward Snowden ê Şewirmendê berê yê Ajansa NSA ya Amerîka ku bernameyên sîxuriyê yên Amerîka ku bi rêya înternetê hemwelatiyên cîhanê dişopîne deşîfre kir.
Anatolî Koutcherena, di daxuyaniya ku da AFP’ê de destnîşan kir ku Snowden ji Balafirgeha Cheremetîevo derketiye û mafê îltîcayê yê demkî ku bi qasî salekê dikare li Rûsyayê bimîne dane muwekîlê wî. Koutcherena got ku Snowden li cihekî “bi ewle ye” lê belê di vê mijarê de detay nedan.
Koutcherena got, “Ji ber ewlekariyê cihê lê dimîne wê neyê aşkera kirin ji ber ku di cîhanê de mirovê ku herî zêde lê tê gerîn e.”
Snowden ê 30 salî ji 23’ê Hezîranê ve li Balafirgeha Moskowa-Cheremetîevo ku dimîne ji Rûsyayê îtîcaya demkî xwestibû. Washîngton ku Snowden ni sîxûrtiyê sûcdar dike Rûsyayê îadekirina wî dixwaze.