Rûsya bi biryar e bîranînên 2. Şerê Cîhanê biparêze
Rûsya bi biryar e bîranînên 2. Şerê Cîhanê biparêze
Rûsya bi biryar e bîranînên 2. Şerê Cîhanê biparêze
Endamê Partiya Rûsyaya bi Edalet pêşnûmebiryareke ku ceza dide kesên heqaretê li bîranîna Şerê Mezin ê Welat (2. Şerê Cîhanê) dikin, pêşkêşî Parlamenta Rûsyayê kir. Li gorî vê pêşnûmeyê, yên heqaretê bîranîna 2. Şerê Cîhanê bike, dê bi 7 salan cezayê girtîgehê bên cezakirin.
Ji Partiya Rûsyaya bi Edalet Oleg Mîheyev pêşnûme biryarek pêşkêşî Dûma'yê kir û xwest qanûnek li Qanûna Ceza ya Federasyona Rûsyayê were zêdekirin ku kesên li cihên bîrdarî û gorên komî bi awayekî vekirî heqaretê li qurbanî, gazî, beşdar û bûyerên Şerê Mezin ê Welat bikin, bi 500 hezar û Mîlyonek rûble cezayê pere û 7 salan cezayê girtîgehê werin cezakirin.
Bajarên mezin ên Rûsyayê bi peyker, muzek, mozaîk, bîrdarî û wêneyên 2. Şerê Cîhanê sembolîze dikin, dagirtiye. Rûsya gelek rojên girîng ên 2. Şerê Cîhanê bi cejn û bîranînan dibihurîne. Hînê li vî welatî bi hezaran gaziyên 2. Şerê Cîhanê dijîn. Her wiha Mûzîka Rûs jî bi stran û sirûdên li ser 2. Şerê Cîhanê dagirtiye.
DI ŞER DE ZÊDEYÎ 20 MÎLYON MIROVAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Li gorî amadekarên pêşnûme qanûnê, asta hestên hurmet û welatparêziyê di nava civakê de gihaştiye wê radeyê ku heqaret li fedekarî û lehengiyên Şerê Mezin ê Welat tê kirin.
Oleg Mîheyev ragihand ku ya di çapemenî û înternetê de tê nîşandan rewşa guhertî ya nirxand e û got, "Ev yek dibe sedem ku li beşdarên Şerê Mezin ê Welat bêhurmetî were kirin û ji hişê nifşên nû were birin. Li şûna vê jî înkar, henek û heqaret bicih dibe.
Li welatekî ku hurmeta ji qurbaniyên şer û gaziyan re weke wezîfeya civak û dewletê tê nîşandan, ev rewş nayê qebûlkirin."
Gelek parlamenterên li Dûma'yê di wê baweriyê de ne ku cezayên tund ên di qanûnê de cih digirin, ji bo welatekî ku 27 mîlyon welatiyên xwe di şer de winda kiriye, dikarin bê qebûlkirin.