RSF: Divê hikûmeta Tirk zilma li ser rojnamevanan rawestîne
RSF: Divê hikûmeta Tirk zilma li ser rojnamevanan rawestîne
RSF: Divê hikûmeta Tirk zilma li ser rojnamevanan rawestîne
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF), li Tirkiyeyê nerazîbûn li hemberî êrîşên polîsan ên li ser rojnamevanan nîşan da. RSF bi bîr xist ku di xwepêşandanên 6'ê Tîrmehê yên li Stenbolê de herî kêm 12 rojnamevan rastî êrîşan hatine û 2 ji wan hîn jî di bin çavan de ne.
RSF ku navenda wê li Parîsê ye, bertek nîşanî israra polîsan a bi awayekî ne li rê û destnîşan kir ku polîs hîn jî hewl dide bi bombeyên gazê, ava şid û gulleyên plastîk çalakiyan rawestîne. RSF, destnîşan kir ku rojnamevan rastî lêdan, heqaretan tên û wiha berdewam kir: “Pewîst e hikûmet tavilê zilma li ser xebatkarên medyayê rawestîne û berpirsiyarên wan jirêderketinan ceza bike.”
RSF’ê da xuyakirin ku di bûyerên 6’ê Tîrmehê yên li Taksîm, Beyoglu û derdora wan de 12 rojnamevan rastî êrîşan hatine û 2 ji wan hîn jî di bin çavan de ne û wer berdewam kir, “Gelek rojnamevanên ku polîtîkayên dawî yên hikûmetê rexne kirin ji kar hatin derxistin. Weşan hatin qedexekirin û karê medyayê hat astengkirin. Gelek rojnamevanên biyanî hatin binçavkirin û ji wan hat xwestin ku welêt terk bikin.”