Romanên koçber dîsan di hedefa siyaseta Fransayê de ne

Romanên koçber dîsan di hedefa siyaseta Fransayê de ne

Li Fransayê ji ber gotinên ku li hemberî Romanên koçber axivîne û ketine rojevê, Parlementer Maine-et-Loire û Şaredarê Cholet Gilles Bourdouleix ji partiyên xwe îstîfa kirin. Roman û turistên ku meha havînê di welat de ketin rojevê û derket holê ku qada kampa jêre veqetandine jî pir kême.

Endamê Yeketiya Serbixwe û Demokratên Lîberal (UDI) yê netewperest Bourdouleix ji bo koçberên Roman ên di karawana de jiyan dikin gotibû “Dibe ku Hîtler têra xwe gerok-koçber nekuştin.”

Parlementer û şaredar Gilles Bourdouleix ku bi gotinên xwe ên nijadperestî balkişand, di civîna ku partiya wî UDI di derbare wî de lêpirsîna dîsîplînê vekir, hêjan çend demjimêr mayî îstîfa kir. Bourdouleix ku beriya vê di partiya Yeketiya Tevgera Gel (UMP) ya serok komarê berê Nicolas Sarkozy de cih digirt, ji meha Hezîrana 2012’an û vir ve di nava partiya UDI ya nû hatî avakirin de siyaset dikir.

Gilles Bourdouleix li kampek ya girêdayî bajarê Cholet ku şaredarê wê ye, ji ber ku Romanan bê destûr ketibûn qadê, li hemberî Romanan gotinên nijadperestî bikar anî bû. Bourdouleix ku heyrantiya xwe ya li hemberî dîktatorê Nazî Adolf Hîtler neveşart li cihê ku rojnamevan lê heyî gotibû, Hîtler têra xwe Roman nekuştine.

Ev gotin ji aliyê rojnamevanekî binavê Courrier d’Ouest ve hatin qeydkirin û ragihande rayagiştî, parlementer û şaredarê nijadperest jî ev gotin înkar kiribû. Bourdouleix gotibû gotinên min hatine berevajî kirin û bi skandalek mezintir diyarkiribû ku “Ger ez Hîtler bama, ev mirov dê li vir hatibana kuştin.”

RÊVEBERIYA HERÊMÎ YA FRANSAYÊ QASÎ TÊRÊ BIKE CIHÊ KAMPAN ÇÊNEKE

Li aliyê din jî li gorî daneyên fermî ên Fransayê, li gelek bajaran ji pêwîstiyê zêdetir kamp û cihê niştecihbûnê hene. Li gorî vê li welatê ku belavî 95 herêmên îdarî bûne, tenê çend kampên bicihbûnê hene. Li gorî biryara sala 2000’an rêveberiya herêmî pêwîst bû ji bo Romanan 43 hezar û 760 cihê parkan û 1864 kampan ava bike.

Li gorî vê pêwîst ku qadên ku 5 hezar kes lê bicih bibin ji bo Roman û turistan bêne çêkirin. Lê belê gelek şaredarî û departmanan ev zagon bicih ne anî û kamp ava nekirin. Li gorî daneyên sala 2010’an sedê 52 qadên kampên hatine çêkirin.

Bi hatina werza havînê re weke ku li Ewropa jî bûyî li Fransayê jî Roman bi karawanên xwe hertim di nava tevgerê de ne. Bi hinceta ku di salên dawî de Roman bê destûr li qadên kampan bicih dibin, ji aliyê rêveberiya herêmî ve, bi rêbazên aqilê mirovan jênegire hewil didin pêşî lêbigirin. Gelek şaredariyan derdora kampan bi buldozeran hatine kolan û bi parçeyên mezin ên keviran ketinên kampan hatine girtin.

Ji ber seyahetên Romanan, gelek şaredarî dagirkirina kampan firsend dibînin û gotinên nijadperest dibêjin. Gelek siyasetmedar ji bo hilbijêrên nijadperest û netewperest bikêşin gel xwe van gotinan bikartînin.