Rojnameger Kirkaya di maşîneya rîngê de rastî lêdanê hat

Rojnameger Kirkaya di maşîneya rîngê de rastî lêdanê hat

Hat zanîn ku Rojnameger Kenan Kirkaya dema ji girtîgehê birin nexweşxaneyê di maşîneya rîngê de rastî lêdanê hat. Reveberê Komeleya Rojnamegerê Hemdem (ÇGD) daxuyanî da û diyar kir ku lêdana Rojnameger Kenan nayê qebûl kirin. ÇGD'ê anî ziman ku Kenan ji ber karê rojnamegeriyê girtî ye û xwest serbest bê berdan. TGS'ê jî êrîşa li dijî Kirkaya şermezar kir.
Hat zanîn ku rojnameger û Nûnerê DÎHA yê Enqereyê Kenan Kirkkaya ku di operasyona li dijî rojnamegerên Kurd a 20'ê kanûna 2011'an de li Enqereyê hat girtin, di 20'ê Mijdarê de dema ji Girtîgeha Tîpa F-1 a Kandirayê birin nexweşxaneyê rastî lêdanê hat. Têkildarî mijarê Reveberê Komeleya Rojnamegerê Hemdem (ÇGD) daxuyaniyek nivîskî da. ÇHD'ê, di daxuyaniyê de anî ziman ku lêdana Rojnameger Kenan nayê qebûlkirin û Kenan ji ber karê rojnamegeriyê girtî ye û xwest serbest bê berdan. ÇHD'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Hevalê me û nûçegîhanê DÎHA'yê Kirkkaya ji ber 34 nûçeyên çêkiriye tê darizandin. Dema ji bo tedawiyê ji Girtîgeha Tîpa F-1 a Kandirayê diçû nexweşxaneyê di maşineya rîngê de di 20'ê mijdarê de sewqî nexweşxaneyê hat kirin. Kirkkaya di maşîneya rîngê de rastî lêdanê hat. Em dîsa dipirsin û dibêjin Kenan Kirkkaya çima girtî ye? Kenan Kirkkaya ji ber Kurd e û nûçe çêkrine girtî ye. 34 nûçeyên Kirkkaya wekî delîl hatine nîşandan. Kenan di 20'ê mijdarê de rastî lêdana fîzîkî hatiye. Em vê lêdanê qebûl nakin û rast nabînin. Em li hemberî vê zilmê îsyanê dikin. Em dixwazin bi lezgîn Kenan serbest bê berdan."
TGS: BILA EV BÊHIQÛQÎ BI DAWÎ BIBE
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) jî daxuyaniyek nivîskî da. TGS'ê jî di daxuyaniyê de lêdana Kirkkaya şermezar kir û xwest êdî ev bêhiqûqî bi dawî bibe û xwest Kirkkaya serbest bê berdan.