Rojên Fîlman ên Orient Express bi mijara 'bêsînorî' dest pê dike

Rojên Çand û Fîlman ên Orient Expressê ku îsal cara duyemîn tê lidarxistin, ji îro û pê ve wê bi mijarên şer, koçberî û jinê li Bern, Zurich û Baselê dest pê bike.

Rojên Çand û Fîlman ên Orient Express ku bi mijara 'Bêsînorî' (Grenzenlos) îsal cara duyemîn pêk tê, di navbera 19'ê Cotmehê û 14'ê Mijdarê de wê li bajarên Bern, Zurich û Baselê yên Swîsreyê bê lidarxistin.

Yekemîn Rojên Fîlman ên Orient Expressê par meha Cotmehê di nava şert û mercên şewba Covid-19 de bi dirûşma "Li gel koronayê jî çand" pêk hatibû. Îsal wê bi giştî 13 fîlmên demdirêj û demkurt, her wiha 9 dokûmanter bêne nîşandan.

Ji damezrînerên Komeleya Çand û Hunerê ya Orient Expressê û Koordînatorê Festîvalê Aydin Sevînç li ser damezrandina Orient Expressê û fîlmên bêne nîşandan axivî.

Sevînç anî ziman ku Orient Express li bajarê Bernê ji aliyê dilxwazên hunerê ve hate avakirin û bi rêya vê projeyê hate xwestin ku tevlîbûna hunerî ya civakî û diyaloga navbera çandan teşwîq bikin.

Di rojên fîlman de wê îsal mijara 'bêsînorî' bê nirxandin û ji Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye, Yewnanistan, Ermenistan, Azerbaycan, Sirbistan û Swîsreyê, her wiha ji çar aliyên Kurdistanê wê fîlm bêne nîşandan. Fîlmên ku zimanê wan bi Tirkî, Kurdî, Ermenî, Azerî, Farsî, Erebî, Yewnanî û Sirpî ne, wê bi jêrnivîsên Elmanî û Îngilîzî bêne nîşandan.

FÎLMÊN KU DI FESTÎVALÊ DE BÊNE NÎŞANDAN

Çend ji fîlm û dokûmanterên ku di festîvalê de bêne nîşandan wiha ne: "Xeyalet (Derhêner: Azra Denîz Okyay), Welatê Jinan (Derhêner: Şîrîn Bahar Demîrel), Hewno Bereng (Derhêner: Mehmet Alî Konar), Bendemayina li Hesen (Derhêner: Alper Şen), Dika di xeyala min de (Derhêner: Metîn Akdemîr).

Di bernameya festîvalê de li gel fîlmên bêne nîşandan her wiha konser, atolyeyên karîkatur û workshopên dîmenan jî wê hebin.

Di çarçoveya konseran de wê koma Ayyuka ku ji Stenbolê heta Anatoliyê muzîkên rockê pêşkêş dike û ji Hollandayê jî koma Yin Yin derkevin ser dikê.