Rojên Çanda Kurd a Nurnbergê bi kêf û xweşî dest pê kirin

Rojên Çanda Kurd a Nurnbergê, bi konsera hunermenda Fransayî Eleonore Fourniau û Suleyman Çarnewa dest pê kirin.

Rojên Çanda Kurd ku bi pêşengiya Mala Gel a Medyayê bi rengekî kevneşop her sal li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê pêk tê, îsal a 10'ê bi kêf û xweşî dest pê kir. Di destpêkê de Konê Reş hate vedan ku çand û dîroka Kurd lê tê nasandin. Li pêşiya Konê Reş Koma Govendê ya Zarokan a Astera, Koma Govendê ya Ciwanan û Koma Govendê ya Jinan govenda gelek herêmên Kurdistanê gerandin.

DIYARÎ BERXWEDÊRAN HATE KIRIN

Piştre bi sedan Kurdistanî tevî siyasetmedarên Elman li salona Çandê ya Villa Leonê li hev civiyan. Bi navê Mala Gel a Medyayê Asya Karataş axivî. Karataş diyar kir, ew Rojên Çandê diyarî Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê dikin û got, "Berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, li çar parçeyên Kurdistanê bi berxwedana dayikan û ya berxwedêrên zindanan bi ruhê fedayî bi ser ket. Em şehîdên xwe û berxwedêran hemûyan bi rêzdarî silav dikin û Rojên Çandê diyarî berxwedêrên greva birçîbûnê dikin."

Piştre hunermenda Fransayî Eleonore Fourniau ku gelek stranên Kurdî distirê derkete ser dikê û bi zaravayên Kurmancî, Kirmançkî û Soranî stran got. Suleyman Çarnewa jî konserek da. 10'emîn Rojên Çanda Kurd a Nurnbergê wê çar rojan bidome.