Rêyên hewayî û hesinî yên Elmanyayê dîsa sînyala grevê dan
Rêyên hewayî û hesinî yên Elmanyayê dîsa sînyala grevê dan
Rêyên hewayî û hesinî yên Elmanyayê dîsa sînyala grevê dan
Xizmetên rêyên hewayî û hesinî yên Elmanyayê, careke xwe amade dikin dest bi grevê bikin. Sendîkayên makînîst û pîlotan dan xuyakirin ku di rojên pêş de dibe ku ew dest bi grevê bikin.
Li Elmanyayê, grevên ku di destpêka meha Îlonê de jiyan hema bêje tevizand, careke din li ber derî ne. Sendîkaya Makînîstan (GDL) û sendîkaya bi navê VC ya di Rêyên Hewayî Lufthansa ya dewletê de aktîf e daxuyanî dan û diyar kirin ku di hevdîtinên giştî yên li ser heqdest û mercên xebatê yên makînîst û pîlotan de, encam nehatiye bidestxistin.
Di daxuyaniya ji aliyê GDL hat dayîn de hat gotin, "Bijarteya grevê hîn bêtir zelal dibe", sendîkaya VC jî hişyarî da û got, "Divê were hesabkirin ku di rojên pêş de dikare grev bibe."
Di destpêka meha Îlonê de li Elmanyayê bang li 20 hezar makînîst û 17 hezar personelên rêyên hesinî hatibû kirin ku bikevin grevê û li gelek bajaren mezin tevlîbûna li grevan di asteke bilind de pêk hatibû. Sendîkaya GDL dixwaze dema xebatê ya heftane ku 40 saet in bi 2 saetan bê kêmkirin û herî kêm ji sedî 5 zem li heqdestan bê kriin.
Sendîkaya VC jî ji bo mafên teqawîtiyê yên 5 hezar 400 pîlotên li kargehên Lufthansa, Germanwings û Lufthansa Caro, di nav muzakereyan de ye. Pîlotên Lufthansa heta roja îro di 59 salî de yanî berî rewşa normal teqawît dibûn. Lê belê kargeh dixwaze temenê teqawîtbûnê heta sala 2016'an gav bi gav derxîne 61'ê. Li ser banga sendîkayê ji ber grevên ji meha Nîsanê û vir ve hatin lidarxistin, bi giştî 4 hezar 300 seferên balafiran hatibûn betalkirin.