'Rewşa Xelîl Xemgîn baş e'

Insîyatîva Hunermendên Kurd diyar kir rewşa hunermend Xelîl Xemgîn baş e.

Insîyatîva Hunermendên Kurd têkilî rewşa tendiristiyê ya hunermend Xelîl Xemgîn ê ku bi vîrûsa koronayê ketî daxuyanî da. 

Insîyatîvê got, ''Em dixwazin rewşa Xelîl Xemgîn bi we re par ve bikin. Rewşa Xelîl Xemgîn baş e, ne hewceya ku mirov fikaran bike. Rewşa giran bi hêza xwe, bi alîkariya doktoran, dostan û malbatan derbas kir.

Em gelê xwe fêhm dikin, ji ber eleqeyê malavayî li we dikin.''