Rewşa Mandela her cidî ye
Rewşa Mandela her cidî ye
Rewşa Mandela her cidî ye
Hat ragihandin, rewşa tenduristiya lîderê efsanewî yê Efrîka Başûr Nelson Mandela cidî ye.
Li gorî daxuyaniya ji meqama Serokdewletê Efrîka Başûr Jacob Zûma hat dayîn, rewşa Mandela bi giranî "stabîl e" lê dem bi dem xerab dibe û mudaxleya tibî tê kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo Mandela vegere rewşa xwe ya baş, doktor çi ji destê wan tê dikin.
Nelson Mandela yê 95 salî, ji ber enfeksiyona li pişika xwe ji 8'ê Hezîranê û vir ve li nexweşxaneyek li Pretorîayê tê dermankirin.