Rewşa Fîlîpînan her diçe girantir dibe

Rewşa Fîlîpînan her diçe girantir dibe

Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku pirsgirêkên li Fîlîpînan ên ji ber bagera Haiyan bi mîlyonan mirovên lê mexdûr bûn, dewam dikin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku rewşa mirovî ya li Fîlîpînan her diçe girantir dibe. Rayedaran anîn ziman ku 3.900 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Lê belê rayedaran hînê xwe negihandine gelek giravên ketin bin bandora bagerê. Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY Bernard Kerblat ragihand ku ji ber tengavî û kêmasiyan alîkarî bi têrkerî nagihêjin Fîlîpînan.

Kerblat got, "Îro ez bi xwe bawer nakim ku me xwe gihandine mirovên pêwistiya wan bi alîkariyê hene" û destnîşan kir ku tevî di ser karesatê re 11 roj bihurîne jî hînê wan xwe negihandine gelek giravan.

Koordînatora Alîkariya Mirovî ya NY Orla Fagan jî ragihand ku ji ber karesatê nêzî 4 milyon mirov neçar mane cihên xwe biterikînin. Fagan diyar kir ku mijara gihandina alîkariyê jî veguheriye girêkeke lojîstîkî.

Fagan diyar kir ku di rewşa heyî de 10 an jî 12 milyon û 900 hezar mirov pêwistiyê bi alîkariyê dibînin û got, "Bifikirin ku em alîkariyê digihînin tevahiya erdê Belçîkayê."

Serokdewletê Fîlîpînan Benîgno Aqûîno çû serdana bajarê Palo yê li başûrê Tacloban, ku li vê derê endezyar hewl didin elektrîkê bidin şaredarî û kolanan. Aqûîno da xuyakirin ku hêviyên ji bo alîkarî bigihêje herêmên ketin bin bandora bagerê, kêm bûne.

Di vê navberê de Bankaya Cîhanê da xuyakirin ku ji bo li Fîlîpînan avahiyên karibin li ber bayê bi leza 250-280 kîlometre saetê û li hemberî lehiyê li ber xwe bide, werin avakirin, ewê deynekî ji 500 milyon dolarî bide.

Bagera Haiyan bi dijwariya saetê 314 kîlometreyan li Fîlîpînan xistibû. Li Tacloban ku herî zêde ket bin bandora bagerê, tsûnamî rû da. Herî zêde mirov jî li Leyte û Samar jiyana xwe ji dest dan.