Rêveberiya Partiya Baasê bi temamî guherî

Rêveberiya Partiya Baasê bi temamî guherî

Rêveberiya Navendî ya Partiya Baasê ku, zêdeyî 40 sal in deshilatdariya Sûriyê ye, bi rûniştineke berfireh a îro de hat nûkirin. Hemû endamên berê li derveyî rêveberê hatin hiştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a SANA, Partiya El Baas Ereb (Sosyalîst), bi rûniştineke dorfireh a îro de endamên Komîteya Navendî ya Rêveberiya Netewî nû kir.

Li gel Serokdewlet Beşar El Esad 16 kes di rêveberiya nû de cih girtin û navên wan hatin weşandin. Tevî Alîkarê Serok Farûk El Şara ti rêveberên kevin di Komîteya Navendî ya nû de cih nedîtin.

HALAKÎ: ABORIYA SÛRIYÊ, HEDEFA ŞERÊ NAVNETEWÎ YE

Di vê navberê de Serokwezîrê Sûriyê Wael El Halakî da xuyakirin ku hêzên navnetewî yên nekarî artêşa Sûriyê "têk bibe", berê êrîşên xwe dane aboriya Sûriyê. Li gorî SANA'yê Halakî got, "Piştî ku dijminên welatê me nekarî vîna artêşa me bişkîne, ev çend heftene aboriya netewî bûye hedefa bingehîn a şerên navnetewî."

Halakî diyar kir ku heman hêzan, ji ber sekna "bi biryar" a Rûsya û Îranê, nekarî li qada navnetewî Sûriyê tecrîd bikin. 

Hêjayî gotinê ye, piraniya çavkaniyên petrolê yên Sûriyê hatine sabotekirin. Serokwezîr dibêje subvansiyonên enerjiyê yên hukûmetê zêde bûne, subvansiyona mazotê ya berê ji sedî 50 bû, niha derketiye ji sedî 70'e. Ji ber êrişên komên çekdar ên li hemberî embaran, hukûmet genim jî ji derve tîne.

Li gorî pisporan, krîzê herî zêde bandor li aboriyê kiriye. Razandinên aboriyê, tûrîzm, bazirganiya navxweyî daketiye sifiriye, hilberîna petrolê jî ji sedî 95 kêm bûye.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ya navenda wê li Londonê ye, ji Adara sala 2011'an û vir ve li Sûriyê zêdeyî 100 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.